ENQERE – Parlamenterê HDP'ê Mahmut Celadet Gaydali, diyar kir ku li herêma navbera Oleka Jorîn û Oleka Jêrîn ên Bedlisê bi hinceta ewlehiyê daran dibirin û dixin bin axê. Gaydalî, ji bo lêpirsîna vê yekê pirsname da meclîsê.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Bedlîsê Mahmut Celadet Gaydali, diyar kir ku li herêma navbera Norşînê û gundên Oleka Jorîn û Oleka Jêrîn a Bedlisê bi hinceta ewlehiyê dar tên birîn. Gaydali, xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsên wî bibersivîne û pirsname da meclisê.
Gaydali, anî ziman ku li herêmê di bin navê polîtîkayên ewlehiyê de xweza tê talankirin û wêrankirin û daristan tê birîn û wiha got: "AKP, bixabin tişta ne aydî wan be tune dike. Hekû kesên li dijî wan be ceza dike. Hemû dar û berê li herêma wan çênabe an jê dike an jî tune dike. Kezeba xwezayê tune dike. Mînaka herî dawî li Navçeya Norşînê pêş ket. Bi hinceta ewlehiyê daristana herêma Oleka Jorîn û Oleka Jêrîn yên Navçeya Norşîna Bedlisê bi rêk û pêk dar tên jêkirin û wan dixin bin axê. Mixabin daran li pêşiya hezaran esker û polîsan wekî asteng dibînin û daran jê dikin. Daran jê dikin û destûr nadin ku gundî van daran wekî êzîng û sotemenî bişewitînin. Daran jê dikin û defin dikin."
Gaydali ji bo Soylu bibersivîne ev pirs pirsîn:
"* Li Bedlîsê hêjmara darên tên birîn her ku diçe zêde dibe. Ev yek ji aliyê polîs û eskeran ve êdî bi rêk û pêk tê kirin. Li gorî vê yekê di 5 salên dawî de li Bedlisê çiqas dar hatine birîn?
* Hêjmara darên di navbera herêma Oleka Jorîn û Jêrîn de hatine birîn çiqas in?
* Darên tên birîn nadin welatiyan û di bin axê de vedişêrin. Sedema wan çiye?
* Li aliyekî esker daran jê dikin, li aliyê din, esker dibêjin 'Hûn daran jêkin. Ger ku em jêkin em nadin we' û welatiyan hişyar dikin. Sedema vê hişyarî û gefan a li gelê herêmê çiye?
* Ji bo li navçeyên Bedlisê û nava Bedlisê dar tên birîn. Tekildarî vê yekê lêpirsîn hatiye destpêkirin?
* Li navçeya Bedlisê daristanên hûn difikirin jêkin çiqaas daristan heye?"