WAN - Walîtiya Wanê, “qedexeya çalakiyan” a ji 21’ê Mijdara 2016’an ve li bajêr dewam dike, 15 rojên din dirêj kir.
Walîtiya Wanê, “qedexeya çalakiyan” ên weke meş, civîn, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê û vekirina stand a ji 21’ê Mijdara 2016’an ve li bajêr dewam dike, 15 rojên din dirêj kir.
Walîtiyê derbarê “qedexekirina çalakiyan” de daxuyanî da û got: “Ji 24’ê Çile heya 07’ê Sibatê di nava sînorên erdnîgariya Wanê de, hemû çalakiyên weke meş, civîn, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, vekirina stand, çêkirina anketan, kon vedan, kampanyayên îmzeyan li darxistin û belavok belavkirin hatine qedexekirin.”