WAN - Lêpirsîna ku ji ber piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hatibû destpêkirin de derbarê gelek kesan de hatibû destpêkirin de biryara dozvenekirinê hat dayîn
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di sala 2018'an de bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Derbarê gelek kesên ku ji bo piştgiriya grevê ketibûn greva birçîbûnê lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di piraniya van lêpirsînan de biryara dozvenekirinê hatibû dayîn. Ji ber ku di 12'ê Nîsana 2019'an de li Avahiya HDP'ê ya Wanê ketibûn greva birçîbûnê, ji aliyê Serdogeriya Komarê ya Wanê de bi angaşta "Propagandaya rêxistinê" û "Pezindayîna sûc û sûcdar" derbarê Fehîm Ozyaşar, Gonul Ûzûnay, Haci Keyfî, Sevgî Cîn de lêpirsîn hatibû destpêkirin.
Di encama lêpirsîneke dirêj de dozgeriyê biryar da ku beşdarbûna çalakiya greva birçîbûnê ne sûc e û pê hêmanên sûc nayên çêkirin û biryara dozvenekirinê da û lêpirsînê girt.