AMED - Li gundê Sergelya ya navçeya Çinarê, zarokê 8 salî Mûhammed Velî Dumez piştî windabû û şûnde, di xirbeyekê de birîndar hat dîtin Dumez ê bi giranî birîndar bibû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Sergelya ya navçeya Çinar a Amedê, zarokê 8 salî Mûhammed Velî Dumez ê di 21’ê Çile de saet 22.00’yê şevê winda bû, di xirbeyekê de birîndar hat dîtin. Dumez piştî winda, cîran û malbata wî dest bi lêgerîna wî kirin. Di encama lêgerîna malbatê de, Dumez piştî du saetan di xirbeyekê de bi giranî birîndar bibû hat dîtin. Dumez ê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîsmîlê jiyana xwe ji des da.
SER Û CANÊ WÎ BIRÎNE
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Hat diyar kirin ku birîn li ser can û rûyê zarokê 8 hebûne.
3 KES JI BO ÎFADE BIDIN, BIRIN QEREQOLÊ
Di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya Çînarê bi rêve bir de, kurên ap û xalê zarokê 8 salî û zarokekê gundiyê wan, ji bo îfadeya wan bê girtin birine qereqolê.
Cenazeyê Dumez ji bo otopsiyê anîn Amedê.