STENBOL - Welatiya Trabzonê Arzû Balci ya li Komeleya Lêkolînên Kurdî fêrî zimanê Kurdî dibe, diyar kir ku hînbûna kurdî hê hişmendî û feraseta wan biguherîne û got: "Ger ku em bi zimanê hev, hev fam bikin nerînê me yên li hemberî hev dê bên guhertin."
Enstituya Kurdî di 18'ê Nîsana 1992'an de di pêşengiya Musa Anter, Feqî Huseyin Sagniç, Îsmail Beşîkçî, Abdurrahman Durre, Îbrahim Gurbuz, Cemşîd Bender, Suleyman Înanoglu û Yaşar Kaya de hat avakirin. Enstîtuya Kurdî piştî di 2016'an de OHAL hat îlankirin bi KHK'ê hat girtin. Rewşenbirên Kurd piştre li Stenbolê Komeleya Lêkolînên Kurdî ava kirin. Komele li Unkapani hat avakirin. Niha li vir Komeleya Lêkolînên Kurdî, bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî ji bo pola 1- 2- 3- 4’emîn dersan didin. Kursên ku bi giştî 300 kesan serlêdan kiribûn, piştî ezmûna serdema payizê bi dawî bû. Mamosteyê Qursê, Ozlem Kurt û xwendekarên qursê Zarîn Karaaslan, Arzu Balci û Salîh Tunali der barê perwerdehî axivîn.
QEYDÊN BIHARÊ DEST PÊ KIRIN
Mamosteya Kurdî Ozlem Kurt, diyar kir ku her sal demsala payizê, buhar û havînan bi giştî 3 demsalan qursên ziman didin û wiha got: "Demsala payizê piştî ezmûnan me qurs bi dawî kir. Qeydên qursên demsala buharê em ê di meha sibatê de dest pê bikin. Kesên dixwazin qeydên xwe bikin dikarin ji niha de dest pê bikin."
Kurt, da zanîn ku piraniya xwendekarên wan ji zanîngehê tên û wiha got: "Stenbol metrepol e. Bi milyonan Kurd dijîn. Em dizanin ji ber şertên metropolê mirov bi hêzanî nikarin bên saziyê. Ji bo em karibin xwe bigînin gelê xwe em li ser rêbazên cuda dixebitin. Em dixwazin xwe bigînin mirovan û Kurdî fêr bikin.
‘XWEZÎ BERÊ HATIBÛMA'
Xwendekara Zanîngeha Okanê Zarîn Karaaslan, li enstîtuyê tê pola yekemîn a ziman. Karaaslan a ji Bedlisê koçî Stenbolê kiriye, bi salan e li Stenbolê dijî. Karaaslan, anî ziman ku ji bo bi zimanê xwe baş fêr bibe li ser pêşniyara xwe li enstîtuyê dest bi perwerdehiyê kir. Karaaslan, anî ziman hevaltiya vir pir xweş e û wiha got: "Mamosteyên me pir fedekariyê dikin. Em li vir hemû bi kurdî di axivin. Ev min pir kêfxweş dike. Ez pir ji vir hez dikim. Xwezî zûtir hatibûma vir."
Xwendekara Enstîtuyê Arzu Balci ku ji Trabzonê ye, 2 salin li enstîtuyê fêrî Kurdî dibe. Balci, anî ziman ku piştî fêrî kurdî bû bi kurdî bi yê hemberî xwe re diaxive hîs û hestê wan bêtir dibîne û kurahiyek çê dibe û wiha got: "Ji fêmkirina kurdan tenê bi Tirkî ne pêkan e. Ji bo em Kurdan fêm bikin divê em zimanê wan fêr bibin. Ziman bêtir hev nêzî hev dikin. Eleqeya min a li hemberî ziman û çanda kurdî heye. Ez li vir her roj tiştekî fêr dibim. Li Enstituyê her kes pir dibe alîkariya hev. Divê Kurd li metrepolan bêtir li ziman, çand û hev xwedî derkevin. Heta niha Kurd fêrî tirkî bûn û Tirk fam kirin, divê êdî Tirk fêrî Kurdî bibin u Kurdan fam bikin."
MA / Naci Kaya