Başaran: Girtîgehên Tirkiyê weke Guantanamoyê ne

  • rojane
  • 15:58 22 Çile 2020
  • |
img
AMED - Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku sepanên girtîgehên Tirkiyeyê weke Guantanamoyê lê hatine û wiha got: “Em hatine rewşeke wisa ku her roj ji girtîgehan agahiyên îşkenceyê, muameleya nebaş û mirinê digirin.”
 
Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, bi armanca balê bikişîne ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, li avahiya Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, endam û rêveberên navçe û bajar ên HDP’ê, endam û rêveberên MEBYA-DER, TUAY-DER, Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) û malbatên girtiyan beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
‘SEPANÊN GIRTÎGEHAN VEGERÎNE OPERASYONÊN TOLHILDANÊ’
 
Berdevk û Parlamenter Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku piştî grevên birçîbûnê sepanên li girtîgehan veguherîne operasyonên tolhildanê û wiha got: "Em hatine rewşeke wisa ku her roj ji girtîgehan agahiyên îşkenceyê, muameleya nebaş û mirinê digirin. Niha di girtîgehên Tirkiyê de nêzî 7 hezar girtî hene. Ji bo ku têdikoşîn di girtîgehê de ne. Ji ber wê yekê me bi dehan caran gotibû ev sepan sepanên rêhîn girtinê ne. Di navbera salên 2017-2019’an de bi komî 44 girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dane. Li gel ku ji bo girtiyên nexweş gelek serlêdan tên kirin jî tiştek nayê kirin. Îro jiyana xwe ji dest dayîna girtiyên nexweş kes nikare weke normal bi nirxîne. Ev hemû cinayetin. Faîl û berpirsên van cinayetan jî desthilatdariya siyasî ye.”
 
‘LI HEMÛ GIRTÎGEHAN TECRÎDEK HEYE’
 
Başaran, destnîşan kir ku di kesayeta Îmraliyê de li hemû girtîgehan tecrîdek heye û ev tişt anî ziman: “Daxwazname û daxwazên girtiyan tên astengkirin. Ketina çapemeniya azad a girtîgehan tê astengkirin. Ev nîşan dide ku li girtîgehên Tirkiyê tecrîdek çawa tê meşandine. Malbatên girtiyan jî ceza dikin. Girtiyê ku malbata wî li Amedê ye dibin her çar aliyê Tirkiyê. Malbat mecbûr dimînin bi saetan rê diçin û bi êrîşên faşîzan û nijadperest re rû bi rû dimînin. Sepaneke din jî sepana di nava cezeyî de ceza ye.  Niha li hemû girtîgehan li bertekeke biçûk jî cezayê disiplînê tê birîn, bi van cezayên disiplînê jî înfaza girtiyan tê şewitandin.”
 
‘NÎV SAETÊ HEQARET Û ÎŞKENCE LI GIRTIYAN HATIYE KIRIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Başaran, bal kişand ser sepanên li Girtîgeha Afyonê û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Girtiyên siyasî sirgûnî Girtîgeha Afyonê hatin kirin. Pişt re lêgerîna tazî li girtiyan hat ferz kirin. Ji ber ku girtiyan lêgerîna tazî qebûl nekirine nîv saete hekaret û îşkenceyên li wan hatiye kirin. Parêzerên ku çûyî hevdîtînê dîtine ku tiliya Akîf Îpek hatiye şikandin. Daxwaznameyên li dijî vê îşkenceyê ji Wezareta Dadê re hatî nîvîsîn ji aliyê girtîgehê ve hatine astengkirin. Patnos jî tim bi îhlalên mafan di rojevê de ye. Ava lexemê dikeve nava ava vexwarinê. Vexwarina vê avê li girtiyên tê ferz kirin. Demên borî gelek girtî ji ber vê yekê nexweş ketin. Devrîm Ayik ku li Girtîgeha Alanyayê de dimîne di 2012’an de teşhîsa nexweşiya kolon li ser e gelek caran emeliyat bûye ruviyên wî hinek jê wergirtine. Yek jî Semîre Dîrekçî ya ku li Girtîgeha Jinan a Amedê de dimîne ye. Rûviyên wê derve ne. Her roja ku diçe rewşa wê nebaştir dibe.”
 
‘457 JÊ GIRAN Hezar û 334 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE’
 
Başaran, bi lêv kir ku niha di girtîgehan de 457 jê giran hezar û 334 girtiyên nexweş hene û wiha pêde çû: “Girtiyên nexweş ên li ber mirinê û li benda tedawiyê hene. Lê rewşeke rayedar û desthilatdar guhê xwe ji van re digirin heye. Ev tenê hinek mînak bûn. Li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê jî tenê du girtî hene lê wan naînin ba hev. Di hucreyê de tena serê xwe dihêlin. Tenê ne jî tekmîl û hejmara ser piyan li wan tê ferz kirin. Dema ev girtiyên nexweş cara ewil hatine sewqkirin rastî îşkenceyeke giran hatine. Dikarin tenê saetekê derkevin bexçeyê kogûşê. Li girtîgehan bi sedan kes roj bi roj ber bi mirinê ve diçin û sepanên girtîgehên Tirkiyeyê weke Guantanamoyê lê hatine. Li girtiyên siyasî hiqûqa înfazê na sepînin.  Bi hestên tolhildanî nêzîk dibin. Heta ku rewşa girtiyên siyasî were çareser kirin dê hewldanên me bidomin. Em bang dikin ku li dijî van sepanan bi awayekî kolektîf têbikoşin."
 
Daxuyanî bi berz kirina dirûşmeya “Girtiyên Siyasî Rûmeta Me Ne” bi dawî bû.
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

25/01/2020
01:57 Wezir: Li Xarpêtê 15, li Meletiyê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
01:47 Welatiyê ku ji ber erdhejê banê dikana wî hilweşiya: 50 saniye dewam kir
01:23 Li Madenê 2 kes bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin
01:14 Şaredariya Êlihê: Koma me ya alîkariyê amade ye
00:44 Waliyê Xarpêtê: 2 jê giran 225 birîndarên me hene
00:13 AFAD: 14 kesan jiyana xwe ji dest daye
00:05 Keyayên gundên Sîvrîceyê: Hê tu alîkarî ji me re nehatiye
24/01/2020
23:52 Berdevkê Serokkomariyê Kalin: Sazî hemû hatine serferberkirin
23:43 Îmamoglû: Em ji bo alîkariyê amade ne
23:35 Resedxaneya Kandîlliyê: Wê erdhejên peyhate hefteyekê dewam bikin
23:14 Piştî erdhejê agir bi avahiyan ket
23:06 Li Xarpêtê gelek welatî di bin kavilên avahiyan de mane
22:54 AFAD: Xebatkarên me li qadê ne
22:49 Soylû: 4 kesan jiyana xwe ji dest daye
21:27 Li Xarpêtê erdhej çêbû: 6.8
19:39 Qertên Zer ên xebatkarên Bîrgunê betal kirin
17:44 Di dozên Sûrê de dadgehê bi cezabirînê dest bi danişînan kir
17:34 Karkerê ji qata 9'an ket jiyana xwe ji dest da
17:29 Kesekî din jî ji AKP'ê îstifa kir
15:57 Li Îzmîrê 25 HDP’î yên binçavkirî hatin berdan
15:53 Muharrem Akkaya bû serokê YSK’ê
15:46 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
15:12 Ciwanê berî 4 rojan hatibû berdan dîsa hat binçavkirin
15:06 'Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirina mafan bi awayek sîstematîk didome’
14:35 20 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin
14:22 'Em ê serê xwe li dijî êrişên îqtîdara AKP-MHP’ê netewînin’
13:20 Danişîna doza qezaya trênê hat dîtin
13:08 Polîsên bi ser malê de girtin: Tevlî malbatên li ber HDP’ê bibin
13:08 Komên çekdar 10 kes li Efrînê revandin
13:07 Temellî: Divê em carek din Ocalan bixwînin û ji nûve bifikirin
12:43 Buldan: Em ê bibin pira gelan
12:22 Li Wanê ji ber berfê rêya bi sedan gund hat girtin
12:10 Polîsan bi ser TUHAY-DER’a Wanê de girtin, gelek kes binçavkirin
12:00 Ceza li rojnameger Osman Akin hat birîn
11:34 Konferansa HDP’ê ya beriya kongreyê dest pê kir
11:28 Wêneyên Ocalan bi Zanîngeha Silêmaniyê ve kirin
11:03 Beriya danişîna doza Ceren Damar jinan daxuyanî dan: Êdî bes e!
10:46 Dozger wê derbarê kuştina zarokê 8 salî de îfadeyek din bigire
10:40 Li Girtîgeha Tekîrdagê sepanên keyfî pêk tên
10:33 'Kobanê ji DAIŞ'ê re bû goristan, ji berxwedanê re bû baxistan'
'Do bi DAIŞ'ê êrîş kir, îro bi MSO êrîş dike'
10:22 Lîstika ‘Pergal’ ku pergalê rexne dike derket ser dikê
10:19 Polîsên ku gef li malbatê xwarin, karê xwe kirine!
10:07 Daş: Heta yekîtî pêk neyê rizgarî jî pêk nayê
09:15 19 sal derbas bûn hê jî winda ne
09:14 Girtî hatin derbkirin, îdareyê got 'girtîgeh nû ye loma tiştên wiha çê dibin'
09:13 Ji ber qedexeyan êdî nikarin sewalvaniyê bikin
09:12 Malbata Şehrîban Çatê: Em dixwazin cezayê herî giran lê bê birîn
09:07 Dadgehê ji bo cezayê pereyî got, 'dijî hiqûqê ye'
09:06 'Zarokê ji zimanê dayikê bêparmayî zarokê nîvcomayî ye'
09:05 Esnafên Çarşiya Tûrîstîkê dikanên xwe digirin!
09:04 Piştî 23 mehan peywira wî lê vegerandin
09:03 'Jinên kurd ji bo yekitiya neteweyî wê rola pêşengtiyê bilîzin’
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2020'AN
23/01/2020
19:44 Li Amedê 13 kes hatin girtin
16:51 Esîn Kavrûk ê gotibû ‘Ji şer re na’ hat tahliyekirin
16:34 Derbarê peyva 'Kurdistanê' doz venekirin
16:28 Dayika Aştiyê ya bi erdê re hat kaşkirin xistin ber lêpirsînek nû
16:25 Der barê berdevkê HDP'ê Kubilay de ji xala 301'an lêpirsîn dan destpêkirin
16:08 KESK: Divê komîsyona OHAL'ê bê belavkirin
15:47 Parêzeran Ocalan dîsa serlêdana hevdîtinê kirin
15:26 Ji Metal-Îş a Yekbûyî bang: Grev li ber derî ye
14:38 Endeksa Têgihandina Nelirêtiyê ya Tikriyeyê kêm dibe
14:35 Danişîna doza darizandina HDP’iyên li Cizîrê hat dîtin
14:26 Danişîna doza Akdemir taloq kirin
14:24 Der barê Rojnameya Ozgur Gelecek de biryara komkirinê dan
14:23 Siyasetmedarê kurd li Bulgaristanê hat binçavkirin.
12:52 Baroya Amedê biryara qeyûm bir Dadgeha Bilind
12:39 Li Bedlîsê daran jê dikin û defin dikin
12:17 Di doza KURDSÎAD’ê de biryara girtinê
11:55 Piştî Akîtê Rojnameger Kenan Kirkaya kir hedef, doz lê hat vekirin
11:20 Onlu yê HDP’î: Em ê kadroyên ku Komara Demokratîk ava bikin pêş bixin
11:06 Qedexeya li Wanê dîsa hat dirêjkirin
10:51 'Aqilê dewletê bûye yek û li Dersimê li dijî jinan şer daye destpêkirin’
10:43 Di lêpirsîna ji bo greva birçîbûnê de biryara dozvenekirinê hat dayîn
10:31 Li Çinarê zarokê 8 salî hat kuştin
10:21 Buroya Hiqûqê ya Esrînê ji bo tecrîdê serî li AYM'ê da
10:09 Trabzoniya fêrî Kurdî dibe: Ziman dê hişmendiya me biguherîne
09:12 ‘Ji bo Koma Yorûmê ji destê kê çi tê divê bike'
09:12 Beton rijandin ser dîrokê, wezaretê got: Rapor tunene
09:11 'Ne bac, xeracê ji me digirin'
09:11 Midûrê qeyûm hêjî nehatiye girtin
09:10 Nivîskar Îşler: Bişavtin ketiye nav mala me
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2020'AN
22/01/2020
17:00 Ji bo Melîke Demîrok li hev civiyan: Em ne di şînê de di serhildanê de ne
16:52 Ji bo girtiyên nexweş serî li Komîsyona Mafên Mirovan a meclîsê dan
16:28 'Em ê Tora Ziman û Çanda Kurdî di jiyan û xebatên xwe de esas bigirin'
15:58 Başaran: Girtîgehên Tirkiyê weke Guantanamoyê ne
15:55 Li dijî êrîşên elewiyan helwesta hevpar
15:20 ÎHD û TÎHV: Li Mêrdînê îşkence li welatiyan hatiye kirin
15:19 Qeyûm Guzeloglû pirtûkên Hevşaredar Mizrakli desteser kir
15:04 Meclisa dîsa li hev neciviya
15:03 ÎHD’ê rapora girtîgehên Tarsûsê eşkere kir: Mirov ji mirovatiya xwe şerm dike
14:51 Baroya Mêrdînê zema avê ya qeyûm bir darazê
13:57 AKP reyeya zêde dide notirvanan
13:51 Dundar: TOKÎ li Nisêbînê malan teslîm nake
13:20 Ekaterînî Sakelaropûlû bû yekemîn serokkomara jin a Yewnenistanê
12:23 Kesekî ku 26 berê ji leşkeriyê firar kiribû hat binçavkirin
11:14 Li Amedê polîsan pozê welatiyekê şikand û binçavkirin
10:34 Turk: Ji bo êrîşan belav bikin pêdivî bi yekîtiyek xurt heye
10:34 Pîşesazan biryara ji kar dûrxistinê girt