ENQERE – AKP pêşnûme qanûna ku notirvan dikaribin wezîfeya nasnameyan kontrol bikin û erka wan edlî zêde bibe pêşkêşî Meclîsê kir.
Bi îmzeya parlamenterên AKP’ê pêşnûme qanûna ku notirvanên li tax û sûkan dikaribin wezîfeya nasnameyên welatiyan kontrol bikin û erka wan edlî zêde bibe pêşkêşî Meclîsê kir.
Wekîlê Serokê Koma AKP’ê Mehmet Mûş têkidlarî pêşnûme qanûnê daxuyanî da û ragihand ku notirvanên li tax û sûkan ji bo “dikaribin alîkariya gel bikin” û nasnameya xelkê bipirsin û wezîfeya edlî bidin wan pêşnûme qanûnê pêşkêşî Meclîsê kirin.