AMED - Li Amedê welatiyê bi navê H.S. (58) ku 26 sal berê ji leşkeriyê firar kiribû, hat binçavkirin.
Li Amedê, welatiyê bi navê H.S. (58) ku 26 sal berê ji leşkeriyê firar kiribû, duh li nuqteya kontrolê ya li pêşiya Fermandariya Qereqola Cendirmeyan Pirînçlîkê hat binçavkirin. Hat hînbûn ku ji aliyê 3'emîn Dadgeha Cezaya Esliyê ya Tekîrdagê ve bi sûcdariya "Muxalefeta Qanûna Ceza ya Leşkeriyê" lêgerîna H.S. hebûye û bi hinceta ku ji sala 1994'an ve "firarê leşkeriyê ye" hatiye binçavkirin.