AMED - Polîsan, li Amedê welatî Resûl Eken derp kirin, pozê wî şikandin û bi xwîşka wî Besra Eken re binçav kirin.
Polisan, duh li taxa Bagcilarê ya navçeya Rezan a Amedê bi ser mala Besra Eken de girt. Polisan, li malê lêgerîn pêk anîn û Ekên û birayê wê Resûl Eken ê ji gundê Miserîkê yê navçeya Çinarê bi derbkirinê binçav kirin. Hat hînbûn ku Besra Eken di saetên êvarê de hatiye berdan. Derket holê ku polisan pozê Eken şikandiye û li gel ku birine nexweşxaneyê jî rapora derpkirinê nedanê.
Di 8’ê Kanûna 2019’an de Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsînek dabû dest pê kirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de Fermandariya Leşkerî ya Amedê, li gundên girêdayî navçeyên Çinar, Rezan û Peyasê 24 kes binçav kiribûn. Her bîst û çar kes piştî 12 rojan dibin çavan de mabûn, derxistibûn dadgehê. Ji 24 kesan 21 kes bi angaşta “Endamtiya rêxistinê”, “Alîkariya rêxistinê” û “peydakirina alavên teqemeniyê" hatibûn girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.
Girêdayî heman lêpirsînê Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Ridvan Ezer, Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mesût Bagcik jî di nav de 16 kes di 13’ê Çileyê hatibûn binçavkirin. Dema binçavkirina her şadeh kesan cara 3’yemîn hatibû dirêj kirin.