AMED - Li Şaredariya Rezanê, di îhaleya "teçhîzatên buro û kargehan" de amûrên ku bi 227 hezar û 915 lîreyan tên kirîn bi 825 hezar û 410 lîreyan hatine kirin. Bi vî hawî şaredarî bi 597 hezar û 495 lîreyan hatiye xisirandin.
Di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de HDP, li navçeya Rezan a Amedê bi ser ketibû û şaredarî bi dest xistibû. Lê belê YKS'ê bi hinceta namzetê HDP'ê KHK'yî ye mazbata neda bû û ji dêvla namzetê HDP'ê mazbata dabû ê AKP'î. Piştî Huseyîn Beyoglûyê AKP'î mazbata wergirtibû 14 îhale dabûn fîrmayên derveyî Amedê. Lê belê vê carê jî derket holê ku nelirêtiyeke din kiriye.
Midûriyeta Xizmetê ya Şaredariyê, di 22'yê Tîrmeha 2019'an de bi navê "teçhîzatên buro û kargehan" îhaleyek çê kiriye û îhale bi 825 hezar û 410 TL'yan daye kesê bi navê Hamdûsena Kaya. Li gorî lêkolîna Komîsyona Lêkolînê ya Şaredariyê, heman amûrên ku bi 825 hezar û 410 TL'yan hatine kirîn, fiyetê wan 227 hezar û 915 TL ye û bi vî awayî şaredarî bi 597 hezar û 495 TL'yan hatiye xisirandin.
LÎSTEYA AMÛRAN
Lîsteya amûrên di îhaleyê de hatine kirîn: "15 heb nivîsevan, 15 heb gerok, 40 heb komputerên ser maseyan, 7 heb komputer all in one, 12 heb hardîsk, 20 heb flas, 5 heb lazerên bireng, 5 heb makîneyên fotokopiyê, 5 heb laptop, 50 heb klavye, 50 heb maûse, 2 heb wênekêş, 10 heb USB, 600 metre qabloya cat6, 50 heb qabloyên usbê, 2 makîneyên perehejmartinê, 2 kamera, 2 heb sêpeyên kamerayê, 2 heb mîkrofonên bêtêl ji bo kamerayan, 4 heb mîkrofonên ber singan ên kamerayê, 2 heb ronahiyên kamerayê, 6 heb bêtêlên destan".
MA / Mehmet Şah Orûç