MÊRDÎN – Dozger, xwest Hîcran Berna Ayverdî beraat bike. Ayberdî, li ser Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmazê îfade dabû û piştî îfadeya wê her du hevşaredar hatibûn girtin.
Di 26'ê Gulana 2016'an di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbîna Mêrdînê de 17 jê zarok 70 kes ji nav bajêr hatibûn derxistin û paşê doz li wan hatibû kirin. Yek ji van kesan jî Hîcran Berna Ayverdî bû. Danişîna Ayverdî ya "îtirafkar" duh li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Mêrdînê pêk hat. Ayverdî tev li danişînê nebû, tenê parêzerên wê tev li danişînê bûn.
Ayverdî jî wekî kesên din ên di Doza Nisêbînê de tên darizandin bi heman sûcî hatibû tawanbarkirin. Lê belê di danişîna duh de dozgeriyê xwest Ayverdî beraat beraat bike. Dozgeriyê ji bo biryara beraatê jî got: "Dixwaze ji Qanûna Poşmaniyê fêdê bigire. Her wiha gava hatibû girtin jî li ser wê tiştekî bibe sedema sûc nehatibû dîtin û beyanên wê jî samîmî ne".
Dadgehê jî danişîn taloqî 11'ê Sibatê kir.
Ayverdî jî di nav de di Doza Nisêbînê de li 36 kesan cezayê muebeta giran hatibû birîn. Lê belê di danişîna duh de cara ewil ji bo keseke di Doza Nisêbînê de doza beraatê hat kirin.
Ayverdiya ku dozgeriyê xwest bê beraat kirin, li ser Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli û Hevşaredara Şaredariya Peyasê Kezîban Yilmazê îfade dabû û piştî îfade dabû her du hevşaredar hatibûn girtin.
Ayverdî, di 5'ê Îlona 2019'an de hatibû berdan.