AMED – Hin malbat bi angaşta “HDP’ê zarokên wan biriye serê çiya” li ber HDP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Ji bo malbatan li ber HDP’ê kon hat vedan û ceryana kon ji qahwexaneya li hember wê anîn. Ji ber heqê fatûreya ceryanê nehat dayîn DEDAŞ’ê ceryan birî û qahwexane neçar ma ku derabeya xwe bigire.
Li Amedê hin malbat bi angaşta “HDP’ê bi darê zorê zarokên wan şandiye serê çiya” ji 3’ê îlona 2019’an ve li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Bi piranî jî malbatên esker û polîsên ji aliyê HPG’ê ve hatine revandinê ne. Niha nêzî 15 malbat bendemayîna xwe didomînin.
Piştî ku zivistan dest pê kir Miduriyeta Polîsan a Amedê, otobusa HDP’ê ji ber avahiyê bi vîncê rakir û ji van malbatan re kon veda. Ji bo sobeyan ceryan ji Qahwexaneya Turkuaz a li hember HDP’ê hat kişandin û ceryanê bikar anîn. Gelek sobeyên ceryanê di hundirê kon de hene. Ji ber van sobeyan heqê fatûreya ceryanê ya Qahwexaneyê gelek zêde hat. 4 hezar û 500 lîre fatûre ji xwediyê qahweyê re birîn û xwedî ji ber zêdebûnê fatûre ranezand.
Bi boneya heqê fatûreya ceryanê nehat dayîn, DEDAŞ’ê ceryana qahwexaneyê birî. Li ser vê yekê xwediyê qahwexaneyê jî derabeyên xwe daxist û kargeha xwe girt.