MÊRDÎN - Mehmet Alî Kayan ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmera 1 a Afyonkarahîsarê girtiye, di hevdîtina telefonê ya bi malbatê re de, îdîakiribû ku gardiyenan dest û lingên hin girtiyan şikandin e. Rêveberiya girtîgehê derbarê îdîayê de got, “Wezaretê daxuyanî daye.”
Mehmet Alî Kayan ê 32 salî, di sala 2015’an de li navçeya Dêrik a Mêrdînê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Dadgehê 11 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Kayan birî. Kayan ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Afyonkarahîsarê girtiye, di hevdîtina telefonê ya bi malbatê re de, îdîakiribû ku gardiyenan dest û lingên hin girtiyan şikandine û bal kişandibû ser binpêkinên mafan û îşkenceyên li girtîgehê rû didin.
ÎDÎAYA ‘DEST Û LINGÊN GIRTIYAN ŞIKANDIN’
Kayan, di hevdîtina malbatê de, diyar kiribû ku berî 10 rojan ji Girtîgeha Tîpa E ya Afyonkarahîsarê sewqî vê girtîgehê hatiye kirin û ev agahî dan: “Li girtîgehê, lêgerîna tazî û hejmara li ser piyan ferzî me kirin. Televîzyon, radyo û rojnameyan nadin girtiyan. Gardiyenên girtîgehê ji girtiyan re dibêjin, ‘Li vê derê hikmê me derbas dare.’ Bi vê gotinê gefan li girtiyan dixwin. Dîsa girtiyên nexweş nabin revîrê. Dema ku girtî bertekê nîşanî van binpêkirinên mafan didin jî, gardiyen bi ser qawîşan de digirin û girtiyan derp dikin.” Kayan dîsa di hevdîtinê de îdîakiribû ku gardiyenan dest û lingên hin hevalên wan şikandine, hin girtî kirine feleqê û binê lingê wan şîn û reş bûne.
BAVÊ KAYAN: BIKUJIN JÎ AGAHIYA ME JÊ ÇÊNABE
Bavê Kayan ê 61 salî Mahmût Kayan, diyar kir ku ev ziame û wiha axivî: “Ger zarokên me bikujin jî wê agahiya kesekê jê çênebe. Tu mafê wan tuneye ku vê zilmê li zarokên me dikin. Ev bêedaletiye. Çawan dibe ku gardiyan bi lêdanê destên girtiyan bişkînin. Ka li ku dereye edaleta Wezaretê Karê Hûndir? Ez banga hestiyariyê li raya giştî dikim.”
'EM NIKARIN BIÇIN HEVDÎTINÊ’
Dayika Kayan Sûltan Kayan a 59 salî jî, anî ziman ku herî dawî berî 5 mehan kariye biçe hevdîtina kurê xwe û wiha got: “Kurê min berê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dima. Lê sewqî girtîgehek dûr kirin. Ji ber dûrbûnê em nikarin biçin hevdîtinê. Ji xwe dûrin em nikarin biçin gel wan. Qet nebe bila vê zilm û îşkeceyê bi wan nekin. Em dixwazin ku hemû mirovên li dijî zilmê bi hestiyarin ji vê yekê re bêjin êdî bese.”
RAYDARÊN GIRTÎGEHÊ: WEZARETÊ DAXUYANÎ DAYE
Derbarê îdîayên Kayan de em li girtîgehê geriyan. Kesekê ku bersiva telefona girtîgehê da, derbarê îdîayan de, dest pê kê got, li girtîgehê hêjmar çêdibe û kesekê rêveber liv ê deriyê tuneye. Dûre em dîsan li girtîgehê geriyan. Ew kes vê carê got; “Bûyer çiye ez nizanim. Lê derbarê wê de, Wezaretê daxuyanî daye. Midûr niha di civînê deye.”