EDENE - Nûrcan Bakir ku 28 salan di girtîgehê de mabû, ji bo şermezarkirina zext û zoriyan dawî li jiyana xwe anîbû. Malbata wê behsa jiyana wê kir û got: "Hez ji jiyanê dikir. Bi têkoşînê ev girêdayîbû".
Nûrcan Bakir ku 28 salan di girtîgehê de ma, piştî çalakiyên greva birçîbûnê ji Girtîgeha Jina ya Gebzeyê sewqî Girtîgeha Bûrhaniye ya Balikesîrê hatibû kirin. Bakir, di 15'Ê Çileyê de ji bo zext û zoriyên tên kirin şermezar bike dawî li jiyana xwe anîbû. Malbata Bakirê behsa jiyana wê kir.
ÎŞKENCEYÊN DIJWAR
Bakir, di sala 1975'an de li gundê Haciya yê navçeya Mhesertê ya Mêrdînê hatibû dinê. Heta 13 saliya xwe li gund dimîne û paşê malbata wê ji ber zext û zoriyên dewletê di sala 1988'an de koç dike diçe Edeneyê. Heta sala 1991'ê tevî malbata xwe li nav erdan dixebite. Lê belê gava hew zext ûz oriyên dewletê tamûl dike, di sala 1991'ê de tev li nav refên Tevgera Azadiyê ya Kurd dibe. Bakir, di sala 1992'yan de li Nûrdaxiyê di şerekî de birîndar dibe û bi birîndarî tê zevtkirin û 4 mehan bi awayekî dijwar tê îşkencekirin. Paşê tê girtin û 36 sal ceza lê tê birîn. Bakir, di 28 salan de li Meletî, Amasya, Sêwaz, elbîstan, Midyad, Gebze û Bûrhaniyeyê di girtîgehê de dimîne.
'NEXWEŞ BÛ LÊ DÎSA KET GREVA BIRÇÎBÛN'
Her çend gelek nexweşîn lê peyda bûbûn jî di sala 2019'an de ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe ketibû greva birçîbûnê. Piştî greva birçîbûnê qediya ji Girtîgeha Jina ya Gebzeyê wê sirûgnî ya Bûrhaniyeyê dikin. Di vî wextî de ji bo ji nû ve bê darizandin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. Lê belê bêyî ku li benda biryara DMME'yê bisekine li girtîgehê dawî li jiyana xwe anî. Berî ku dawî li jiyana xw ebîne bi rojekê telefonî malbata xwe dike û dibêje: "Her roj di xewna xwe de zarokên hatine qetilkirin dibînim, ez ê li ber vê zilmê bêdeng nemînim".
'HEW ÎDARE KIR'
Birayê wê Ahmet bakir, anî ziman ku du dayikên wan hene û bi giştî 12 xwişk û bira ne. Bakir, diyar kir ku di sala 1988'an de ji ber zilma dewletê hew îdare kirine û got, dewletê ji wan re gotiye "An hûn ê bibin cerdevan an jî hûn ê biçin". Bakir, anî ziman ku paşê ew mecbûr mane ji gund derkevin û berê xwe dane Edeneyê. Bira Bakir, anî ziman ku xwişka wê ji ber zilm û tehdeya dewletê tev li nav têkoşîna azadiyê bûye û di sala 1992'yan de di şerekî de birîndar dibe û tê girtin. Bakir, destnîşan kir ku gava xwişka wî tê zevtkirin 4 mehan bi awayekî dijwar tê îşkencekirin.
'GIRÊDAYÎ TÊKOŞÎNÊ BÛ'
Bakir, diyar kir ku berê diçûn girtgehê lê belê xwişka wê nehiştiye biçin Girtîgeha Bûrhaniyeyê û got: "Li girtîgehên din em diçûn cem wê. Dibe ji ber tehde û zoriyên vê girtîgehê, ji me re digot neyên. Tim behsa pirsgirêkên li girtîgehê dikir û nedixwest em biçin. Paşê îdareya girtîgehê li me geriya ûg ot, li serşoyê dawî li jiyana xwe aniye. Wekîd in tiştek negotin. Tim tehde lê dihat kirin. Hez ji jiyanê dikir. Girêdayî têkoşîna xwe bû".
Bira Aydin Bakir jî, anî ziman ku ji ber çûye girtîgehê xwişka xwe dîtiye gef lê hatine xwarin û îşkence lê hatiye kirin. Bakir, diyar kir ku malbatên cerdevanî qebûl nekirine koçber bûne û got: "em mecbûr man em heywanên xwe jî bihêlin biçin. Paşê em çûn Edeneyê. Em feqîr bûn. Em li nav erdên pembo dixebitîn. Nûrcan jî bi me re dixebitî. Gava em diçûn girtîgehê cem Nûrcanê, rayedarekî ji min re got piştî hevdîtinê were cem min. Piştî hevdîtinê ez birim odeyekê û ji min re gotin 'çima hûn tên cem terorîstekê?' û li min dan. Li Sêwazê jî heman tişt hat serê me. Li Sêwazê jî qerta telefona min şikandin. Efserek hat, min rewş jê re got û got, belkî karta te berê şikiya be. Me jî tiştek negot. Ma me dikaribû çi bike? Xwişka min pir baş bû. Gava em biçûk bûn û li nav erd dixebitîn, carinan zarokan li min dide. Lê wê endihişt, ez diparastim".
Orhan Bakir jî got: "Meta min lehengek bû. Gava em hatin Edeneyê digot, ez hej ji vir anakim, bêriya warê xwe dikim. Îşkenceyên li gund dîtibûn. Piştî hat girtin di îşkenceyê de navê xwe jî negotibû. Nameyek ji in re şandibû. Di vê nameyê de behsa tehde û sirgûnan dikir".