WAN – Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, di sala 2017'an de dest bi pêkanîna parkomatê kir. Welatiyan ji bo vê pêkanînê bertek nîşan da û gotin: "Ma em wesayîrê xwe bibin ser baniyên xaniyan?"
Rêveberiya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di sala 2017'an de dest bi Pergala Otoparka Ser Rê (parkomatê) kiribû û ev pêkanîn her diçe zêdetir dibe. Gava ewilî dest pê kir, tenê li çend kolan û kuçeyan dest pê kiribû. Lê belê çend meh berê hema bêje li tevahiya navenda bajêr ket dewrê. Kapasîteya parkirina wesayîtan ji 922 heban kir hezar û 570. Piştî li kuçeyan jî pêk hat welatiyan bertek nîşan da û gotin: "Ma em wesayîtên xwe bibin ser xaniyan?"
‘BI ZORÊ PERE JI MIROVAN DISTÎNIN'
Nûrettîn Daday, diyar kir ku ji dêvla pêkanîna parkomatê divê qadên parkê bên çêkirin û got: "Em dixwazin şaredarî peywira xw ebike. Pêkanîna parkomatê bi darê zorê perestendin e. Em dixwazin ev pêkanîn bi dawî bibe". Daday, anî ziman ku ji ber pêkanîna parjomatê 200 lîre deynê wî çê bûye. Daday, da zanîn ku ev pêkanîn li kuçeyan jî pêk tê û got: "Êdî ez ê wesayîta xwe nebim be rmalê, bibim ser banê xanî".
‘EM NIKARIN WESAYÎTÊN XWE BÎNIN ÇARŞIYÊ'
Engîn Kaya jî anî ziman ku êdî nikarin wesayîtên xwe bînin çarşiyê û got: "Bi ser vî halî de em ji bo pêkanîna parkomatê jî pereyan didin. 5 deqeyan karê me li marketê hebe, hema fîşê dibirin. Ev biryareke çewt e. Kolana 2'yê Nîsanê dûrî navenda bajêr e, lê liw ir jî pêk tîne. Nelirêtî zêde zêde bûye. Em dixwazin parkomat bi dawî bibe".
Serokê Rawestgeha Mînîbusan a Yenîmahalle-Bostanîçiyê Nadîr Daday jî got: "Gotin tenê wê li hin cihan pêk bê. Lê niha li her derê navend abajêr pêk tînin. Mirov naxwazin. Bi salan e li vî bajarî me, lê min pergalek nedîtiye. Bêedaletî pir bûye. Heq û hiqûq nemaye".
Mehmet Taşkiran jî destnîşan kir ku li bajêr qadên parkirinê kêm in û got, şaredarî ji dêvla ku ji bo wesayîtan qadekê peyde bike rabûye paromat pêk aniye.