DERSIM - Xwika Gulîstan Dokû ya 16 rojin li Dersimê windaye Aygul Dokû, diyar kir ku di çarçoveya lêpirsînê de tu gumanên derbarê Zaînal Abarokov de nehatine rast kirin û got: “Ji bilî gumana întîxarê divê gumanên din jî bên lêkolînkirin.”
Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ji 5’ê Çile ve li Dersimê windaye û heya niha bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Xebatên lêgerînê derdora Pira Sari Saltuk Viyandugu ya Gola Bendavê ya Ûzûnçayir dewam dike. Di xebata lêgerîna Gulîstan de, ekîba ji Fermandariya Hêzên Deryayê hatî, ekîba Lêgerîn û Rizgarkirina Leşkerî (JAK), polîsên binavger, ekîbên agirkuj ên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Konya û Amedê, ekîbên AfAD û Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Turkuaz yên ji Qeyseriyê hatin cih digirin. Lê heya niha bi tu awayî şopa Gulîstan nehatiye dîtin.
HERÎ DAWÎ LI SER PIRÊ KESEK HAT DÎTIN
Herî dawî dozgeriyê diyar kiribû ku dîmeneke ji aliyê wesayiteke ku di rêya Pertek Xerpêtê re derbas dibû ve bi kamerayê hatiye tespîtkirin û agahî bi malbata wê re parve kir. Li ser vê agahiyê malbatê careke din bi dozger û walîtiyê re hevdîtin kir. Hin weşanên çapemeniyê jî weke ku ew kes Gulîstan Dokû be nûçe serwîs kirin. Lê malbat Dokû, li ser vê yekê ragihand ku kesekê agahî nedaye wan ku ev kes keça wane.
MALBATA ZAÎNAL ABAROKOV BAJÊR TERK KIR
Malbata Dokû ji Walî Tûncay Sonel û Midûrê Polîsan a Bajêr pirsa çima Zaînal Abarokov ê weke gumanbar tê dîtin, nehatiye binçav kirin kir. Walî û Midûriyeta Polîsan gotina “Delîlek têrker tune ye, ji xwe dibin çavderiyê me de ye” bes dîtin. Lê Zaînel û malbata wî bi lez û bez bajêr terk kirin. Ev rewş jî malbata Dokû dixwe nava fikar û gumanan.
‘GER ZAÎNAL NE SÛCDAR BE WÊ DEMÊ ÇIMA NE LI VIRE?'
Xwişka Gulîsan a 16 rojin windaye Aygul Dokû, derbarê lêpirsîna tê birêve birin û xebatên lêgerîna Dokû de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
Aygul Dokû, bal kişand hevdîtina xwişka xwe ya herî dawî bi Zaînal Abarokov re û wiha axivî: “Em Zaînal Abarokov bi guman dibînin. Heya niha derbarê wî û malbata wî de tu agahî bi me re nehatine parvekirin. Hemû pirsên ku em dipirsin jî bê bersiv dimînin. Em nizanîn Zaînal niha li ku derê ye. Ji me re dibêjin ku malbata wî niha li Alanyayê dibin çavdêriyê deye. Lê baweriya ma bê vê jî nayê. Dîsa îfadeya dayik û bavê Zaînal digirin, lê îfadeya xwişka wî nagirin. Her wiha îfadeyên her sê yan jî bi nakokin û kêmin. Mînak qet besa lêgerîna di malê de nayê kirin. Dîsa Gulîstan saet çendê çûye mala wan, hemû cuda dibêjin. Ligel vê yekê telefon, bilgîseyar û amûrên teknolojîk ên Zaînal nayin lêkolîn kirin. Gumanên me yên derbarê Zaînal de bi tu awayî nayin rast kirin. Gelo çima bi ser Zaînal û malbata wî de naçin? Tê îdîakirin ku Zaînal reviyaye ji derveyî welat. Têkildarê vê jî tu tiştek şênber tuneye. Ger Zaînal ne sûcdar be wê demê çima ne li vê deriyê? Ev jî me dixwe nava fikaran û pirsên di mejiyê de zêdetir dike.”
‘NÛÇEYAN NE RAST SERWÎS DIKIN’
Dokû, da zanîn ku nûçeyên ‘nişeya întîxarê’ derbarê xwişka wê de hatin serwîskirin û wiha got: “Ev nûçeyên wiha ne rastin. Rastiyê venabêjin. Nişeyên hatin dîtin jî daxwazname bûn. Xwestiye mamosteyê xwe giliyê rektor bike.”
‘DIVÊ GUMANÊN DIN JÎ BÊN LÊKOLÎNKIRIN’
Xwişka Dokû, da zanîn ku ew ji xebatên lêgerîna li ser Gola Bendavê ya Uzunçayir ne dilxweşin û wiha bilêv kir: “Ji bilî gumana întîxarê divê gumanên din jî bên lêkolînkirin. Em vê yekê dixwazin. Ev 16 rojin, tu agahî ji xwişka min nayê. Ev jî me xemgîn bandor dike. Ger xwişka min saxbe em wê û ger jî mirîbe em cenazeyê wê dixwazin.”
Xwişka Dokû, herî dawî xwest hemû kes ji bo dîtina xwişka wê bi wan re bibin alîkar û banga piştgiriyê ji raya giştî kir.
MA / Semra Tûran – Ayşe Surme