MÊRDÎN - Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê Şefîka ya 19 salî ji 12'ê Çile heta niha winda bûye û agahî jê nayê girtin. Malbatê diyar kir ku keça wan beriya winda bibe gotiye 'Kesek ji bo bi min re bizewice gefan li min dixwe."
Li Taxa Ataturk a Navçeya Qoserê ya Mêrdînê jina 19 salî Şefika (Rojbin) Yasa, ji 12'ê Çile de agahî jê nayê girtin. Malbata Yasa diyar kir ku keça wan şeva winda bibe, çû dikana hemberî malê û piştî ji malê derket carek din agahî jê nehat girtin. Malbata ku demek dirêj li bendê man ku keça wanvegere malê, piştî nehat malê bi derfetên xwe li keça xwe geriyan. Malbatên ku piştî keça xwe nedîtin serî li midûriyeta polîsan dan.
'KESÊ DIXWEST BI KEÇA MIN RE BIZEWICE GEF LI KEÇA MIN DIXWARIN'
Dayika Şefîka Yasa Naile Yasa (55), diyar kir ku heta niha tu agahî ji keça xwe negirtine û wiha got: "Keça min sax be jî û mirî be jî ez keça xwe dixwazim. Keça min berê ji aliyê kesê dixwest pêre bizewice rastî gefan hat. Berê kesekî bi navê Ahmet xwest bi keça min re bizewice. Piştî em fêr bûn ew kes zewicî ye û bavê 4 zarokan e, em qayîl nebûn. Vî kesî piştre gef li keça min xwarin û got 'Tu ne ya min be ezê te bikujim.' Ez li her derê geriyam. Lê heta niha min keça xwe nedîtiye.