EDENE - Li mala sersaxiyê ya li Edeneyê, ji bo Nûrcan Bakir a li Girtîgeha Burhaniyeyê li dijî zext û tundiya li ser girtiyan dawî li jiyana xwe anî mewlûd dan.
Nûrcan Bakir a 28 sal in girtî ye, piştî ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê bêyî daxwaza wê sirgun kirin û şandin Girtîgeha Burhaniyeyê, di 15'ê Çile de dawî li jiyana xwe anî û tundiya li ser girtiyan şermezar kir. Piştî Bakir dawî li jiyana xwe anî, di 16'ê Çile de li Gundê Hecîya yê Mahsertê li goristana gund defin kirin. Di 17'ê Çile de jî ji bo Nûrcan Bakir li taxa Havuzbahçe ya Seyhana Edeneyê mala şînê danîn. Malbatê di roja dawî ya sersaxiyê de ji bo Nûrcan Bakir mewlud dan. Bi sedan kes beşdarî mewlûdê bûn û têkoşîna nûrcan hat vegotin.