NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Meclîsa Nûneran a Libyayê Îbrahîm Abdullah El Zixîd, diyar kir ku dibe di navbera Rusya û Tirkiyeyê de bazara li ser Îdlib-Trablusê hebe û wiha got: "Komên çekdar ên li Idlibê di ser Tirkiyeyê re şandin Trablusê. Piştî zîrveya Moskovayê dê Zîrveya Berlînê jî bi ser nekeve."
Rageşî, bazar û niqaşên li ser Lîbyayê didomin. Lîbya ku yek ji welatê Bakurê Afrikayê ye, ji sala 2011'an û şûnde bi "Bahara Ereban" şerê navxweşî dest pê kir û ev alozî hêj didome. 9 salin şerekî navxweşî heye û ev şer her ku diçe kûr dibe. Şerê navxweyî yê Lîblayê dest pê kir, îro ketiye rojeva hemû cîhanê û destê gelek welatênk cîhanê di nava vî şerî de hene. Li ser axa Libya gelek welat dibin yek û gelek welat jî li hev nakin û tên beramberî hev. Ji bo agirbest li Lîbyayê bê îlankirin li Moskovayê Tirkiye û Rûsya hatin cem hev û gotin peyman îmze kirine. Lê alozî didome. Niha jî hêzên li Lîbyayê dê li bajarê Berlîn ê Almanyayê kom bibin û li çareseriyê bigerin. Têkildarî geşedanên li herêmê u polîtîkayên li ser axa Lîbya tên meşandin endamê Meclîsa Nûneran a Lîbyayê ku navenda wê Tobruk e, Îbrahim Abdullah El Zixîd, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegot.
ŞER DÎSA GEŞ DIBE
Di rojên dawî de piştî şerê navxweyî yê Libyayê zêde bû, her kes dixwaze li ser Lîbya planên xwe têxe meriyetê. Dixwazin pariyekî ji Lîbyayê qut bikin. Tirkiye jî ketiye nava hesaban û dixwaze eskerên xwe bişîne Lîbya. Erdogan teskereyê di meclîsê re derbas kir û esker şandin Libya. Di 27'ê mijadarê de di navbera hikûmeta Enqere û Trablusê de 2 mutabakat hatin îmzekirin. Lîbya, li gel aliyê stratejîk, bi çavkaniyên bin erdê jî welatekî pir pir li pêş e. Lîbya ku di navenda erdnîgariya Afrikaya Bakur de cih digire, nave xwe ji peyve Lebû, ya îro wekî "Berberî" tê nasîn û niştecihê herêma Misiriyên Antîk in digire. Lîbya hem ji ber ku erdnîgariya rêboriya ji Rojhilat ber bi Rojava ye, hem jî ji ber li tenişta Derya Akdenîzê cih digire, malovaniya şaristaniyên herî kevn a cîhanê kiriye. Erdnîgariya Lîbyayê heta niha di bin mêtîngeriya Fenike, Kartaca, Împaratoriya Îskenderê Mezin, Roma, Bizans û herî dawî di bin mêtîngeriya Osmaniyan de maye. Lîbya herî dawî ji aliyê Îtalyayê ve di sala 1911’an de hat dagirkirin. Gelê herî qedîm ê Libyayê, carekê di salên 1800’an de, du caran jî di serdema Osmaniyan de serî hilda. Du caran jî bi Şerê Mezin ê Berberiyan serî hilda. Di serê sedsala 20’emîn de jî li dijî mêtîngeriya Îtalyayan li ber xwe da. Yek ji pêşengê van berxwedanan Omer Muhtar, ji aliyê rêveberiya mêtînger ve di sala 1931’an de hat darvekirin. Dewleta Lîbyayê, di sala 1951'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat nasîn û serxwebûna xwe îlan kir. Di sala 1969'an de di pêşengiya Muammer Qaddafî de di bin navê koma ‘Tevgera Subayên Hur" de darbe pêk anî. Qaddafî heta sala 2011'an 42 salan Rêberê Libyayê kir. Li nava welat bi piştgirî û mudaxaleya NATO re Qeddafî têk çû. Piştî têkçûna Qeddafî hilweşîna rejimê dest pê kir. Îro di navbera hêzên cuda de şerê vekâletê didome.
KÊ ŞER KÛR KIR
Endamê Meclîsa Nûneran a Libyayê Îbrahîm Abdullah El Zixîd, diyar kir ku welatê wan 9 sal in di nava şer de ye û wiha got: "Di mezinbûna vî şerî de rola Îslama Siyasî, Misilmanên Îhvanî û Neteweyên Yekbûyî zêde ye. Îslama Siyasî u Misilmanên Îhvan ji Nûnerên NY'ê hêzê digirin. Ev yek dibe sedem ku şer bêtir geş û mezin bibe. Êdî Libya ev yek ferq kiriye. Terorîstên ku tînin welat ji aliyêhikûmeta Serrac û hêzên din ve tînin Libyayê. Gelê Lîbyayê vê yekê qebûl nakin."
DÊ JI SEDÎ 20 JI WELAT BÊ STENDIN
Zixîd, anî ziman ku şerê gelê Libya dibeşîne şerekî mafdare û wiha got: "Artêşa Neteweyî ya Bilya ku xwe diparêze, rewatiya xwe ji meclîsê digire. Ji sedî 80’ê axa Lîbyayê azad kiriye. Niha ji sedî 20 maye ku wê jî azad bike. Dixwazew ê ji destê terorîstan derxe. Komên terorîst li hundir hêza xwe ji Hikûmeta Serrac digirin. Midûrê Banka Navendî ya Libyayê jî piştgiriyê dide wan. Midûrê bankayê hatina petrola ku ji Libyayê difiroşe dide terorîstan. Ev terorîs ji welatên Efrîqa, Tirkiyeyê û sûriyeyê tên. Yên li Sûriyeyê jî komên girêdayî Tirkiyeyê ne."
'DIXWAZIN BI ZORA ÇEKAN LÎBYA BI DEST BIXIN'
Nûnerê Meclîsan a Lîbyayê Îbrahim Abdullah El Zixîd, anî ziman ku hêzên ku Trablus bi dest xistine, dixwazin bi hêz û zora çekan tevahiya Lîbyayê bi dest bixin û wiha axivî: "Dixwazin Lîbya bikin navenda terorîstan. Bi taybetî Îhvan piştî ji Misir û herêmên din hatin derxistin dest bi aloziyan kirin. Piştî cihê ku lê xwe bi rêxistin bikin nema, vir weki cihê xwe dibînin. Gotinek heye dibêjin ‘Em we bi rêve dibin û dikujin' Gel û Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ev yek dît û li gorî vê yekê têkoşîya."
JI OSANÎ DE DAGIRKERIYA LI LÎBYAYÊ DIDOME
Zixit, anî ziman ku hewldana Tirkiye ya dagirkeriya Lîbyayê ji serdema Osmaniyan ve didome û wiha berdewam kir: "Ev rewş bi taybetî li der û dora Bingazî didome. Hêv ev hewldanên wan didomin. Erdogan dixwaze dîsa Libya bi dest bixe. Çav berdaye petrol û enerjiya li Lîbyayê. Hezar û 900 kilometre peravê wê yê bahrê heye. Çavkaniya mezin a petrolê lê heye. Erdogan û Serrac dixwazin tifaqekê pêş bixin. Dayik û bavê Serrac ne ji Lîbyayê ne. tirk in. Hikûmta ku wan ava kiriye ne rewa ye.
JI IDLIBÊ BIRIN TRABLUSÊ
Zixid, da zanîn ku Hikûmeta Serrac û Îslamîstên li wir ji bo Trablusê ji destê xwe bernedin serî li gelek rê û rêbazan didin û wiha got: "Niha komên çekdar ên li Idlibê dişînin Trablusê. Nêzî 2 meh berê komên çekdar şandin Hefteyên borî Tirkiye bi 2 balafiran komên çekdar anîn Libyayê. Di her balafirekê de 180 kes hebûn. Hemû ji Sûriyeyê anîn. Ev kesana malên gel talan û wêran dikin û tu kes vê yekê qebûl nakin. Bazara li ser Idlib û Trablusê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de, dibe ji berê de hebû. Dibe ku Putin û Erdogan li ser vê yekê li hev kiribin.
ZÎRVEYA BERLÎNÊ ENCAM NAGIRE
Abdullah El Zixîd, diyar kir ku dibe di navbera Rusya û Tirkiyeyê de bazara li ser Îdlib-Trablusê hebe û wiha got: "Komên çekdar ên li Idlibê di ser Tirkiyeyê re şandin Trablusê. Piştî zîrveya Moskovayê dê Zîrveya Berlînê jî bi ser nekeve."
MA / Nazim Daştan