AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven xwest Kurd şaşî û kêmasiyên berê dînin aliyekî û bi ruhê Yekîtiya Neteweya Kurd tev bigerin. Guven, anî ziman ku li pêş statuya Kurdan tenê astengî nebûna yekîtiya neteweyî ye.
Têkildarî Yekîtiya Neteweya Kurd nirxandin û niqaş didomin. Der barê Yekîtiya Neteweya Kurd de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê Leyla Guven nirxandin kir. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku di sala 1994'an de bû endamê Lijneya Rêveberiya HADEP'ê ya Konyayê, ji wê demê heta niha di nava siyaseta Kurd de bi awayekî çalak cih digire.
Piştî bû Hevseroka KCD'e û têkildarî êrîşa li diji Efrînê daxuyanî da hat girtin. Guven di Girtîgeha Jinan a Amedê de di 7'ê mijdara 2018'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Piştî çalakiya 200 rojan di 26'ê Gulana 2019'an de li ser banga Ocalan dawî li çalakiyê anî.
Leyla Guven, diyar kir ku nerîna KCD'ê ya li hemberî Yekîtiya Neteweya Kurd stratejîk e û wiha got: “Ji ber ku hêzên serdest Kurdistan sed sal berê kirin çar perçe. Vê yekê bandorek pir xerab li ser Kurdan ava kir. Kurdan sed salan xwe perçe dît û wisa jiyan. Em wekî gel perçe nebûn. Her çend hêzên serdest sînor danîn jî em sînoran nas nakin. Divê em van sînoran rakin. Ji bo xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd divê em rexnedana xwe bidin. Divê li gel xebatên xwe em kêmasiyên xwe jî bibînin. Heta Yekîtiya Neteweya Kurd ava nebe, çareserî jî pêş nakeve.
‘GER KU KONGRE PÊK HATIBÛYA BÛYERÊN LI ŞENGAL, KERKÛK, KOBENÊ PÊK NEDIHAT
Guven, destnîşan kir ku ger Kongreya Yekîtiya Neteweya Kurd pêk hatibûya ev tişt nedihatin serê wan û wiha axivî: "Di sala 2013’an de gavên girîng hatin avêtin. Hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî hatin cem hev. Kurd ji bo îtîfaqa xwe ava bikin gav avêtin. Lê bi mudaxaleya dewletê ev xebat hatin rawestandin. Kê winda kir dîsa Kurdan winda kir. Ger ku me wê demê yekîtiya xwe ava kiribûya û Kongre pêk anîbûya îro bûyerên Şengal, Kerkuk û Kobanê pêk nedihatin. Lê me fikra xwe nekir yek û me peyama yekîtiyê neda cîhanê."
Hevseroka KCD'ê Guven, destnîşan kir ku ji bo Kurd pêşeroja xwe ava bikin çareseriya herî xurt modela Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Neteweya Demokratîk" e û wiha got: "Ji bo Kurd pirsgirêka xwe çareser bikin ev modelek baş e. Mînaka vê yekê jî Rojava ye. Binerin projeya Ereban tune ye, lê hikûmeta wan heye. Li aliyê din aramiya wan tune. Li Tunus, Misir û Irakê şer heye. Ji ber ku der barê pêşerojê de plan û rojeyên wan tune ne.
Kurd dixwazin li ser axa xwe bi pergala xweser û demokratîk bijîn. Li çar perçeyan heman daxwaz heye. Li ser ve axê bi deh hezaran Kurd hatin qetilkirin. Di sedsala 21'an de Kurd di Statuya xwe de israr dikin. Navê vê yekê dibe Xweserî be, dibe kanton be, çi dibe bila bibe divê Kurd xwedî statu bin. Îro nêzî 50 milyon Kurd hene lê statuya wan tune ye. Hemû dewletên cîhanê li dijî Kurdan in. Îro şertên me ji yên her demê baştir in û gel zane bûye. Gelê me bi qehremanî li ber xwe dide. Tenê kêmasiya me nebûna yekîtiya neteweyî ye. Ger ku em bibin yek tu kes nikare pişta me dîne erdê. Ger ku Kurd bibin yek dê li çar perçeyan ji van êrîşan re bêjin raweste.
Guven, anî ziman ku di avakirina Yekîtiya Kurd de du nav hene û wiha axivî: "Divê em êdî bibin yek. Ek kongreya xwe ya neteweyî pêk bînin. Ji bo yekîtiyê du nav hene. Yek jê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û yê din jî Mesud Barzanî ye. Herdu şexsiyet jî li ser gelê Kurd bandora wan zêde ne. Îro berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê Birêz Mesud Barzanî. Ji ber ku Birêz Ocalan di bin şertê tecrida giran de ye. Lê Brêz Barzanî li derve ye û derftên wî heye. Ji ber vê yekê divê Birêz Barzanî bang li gelê Kurd bike û bêje 'Êdî îro roj roj yekîtiyê ye' û bêje ‘Em amade ne' Divê her kesî dawetî kongreya yekîtiyaneteweya Kurd bike."
Guven, da zanîn ku êdî ew mudaxaleyên derve yên li ser Kurdan qebûl nakin û wiha bi dawî kir: "Em qebûl nakin ku kesên derve der barê me de ji bo pêşeroja me biryarê bidin. Em ê li hev kom bibin niqaş bikin û xetên xwe yên sor diyar bikin. Divê berî her tiştî em ruhekî nû ava bikin. Em sala 2020'an bikin sala Yekîtiya Neteweya Kurd. Ger ku em yekîtiya xwe ava nekin wekî siyasetmedara me Hevrîn Xelef em dê bibin hedefa êrîşên serdestan. Divê em hemû hêza xwe bikin yek.
DAWî
MA / Mehmet Şah Oruç