NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê QSD'ê Kino Gabriyel, têkildarî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov a "Girtiyên DAIŞ'ê hatine berdan" diyar kir ku xwe dispêre raporên şaş û got ku Rûsya jî di nav de bi hemû dewletên eleqedar re têkildarî girtiyên DAIŞ'ê di nav pêwendiyê de ne.
Berdevkê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) Kino Gabriyel, bersiv da daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov a "Girtiyên DAIŞ'ê hatine berdan". Daxuyaniya Berdevk Gaberiyel a têkildarî mijarê bi kurtasî wiha ye: " Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, gumanên xwe yên ji ber nûçeyên berdana girtiyên DAIŞ'ê anîne ziman. Em weke QSD'ê destnîşan dikin ku raporên ji Lavrov diçin ji rastiyê dûr in. Em têkildarî girtiyên DAIŞ'ê, Rûsya jî di nav de bi hemû dewletên eleqedar re di nav pêwendiyê de ne. Agahî û qeydên hemû girtiyên DAIŞ'ê hene. Li gel êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê jî me parastin û kontrolkirina girtiyên DAIŞ'ê pêk anîn. Rêveberiya Xweser, li gorî qanûnên têkildarî sûriyeyiyên sûcdar tevdigere. Her sûcdar tê darizandin û yên ku cezayê xwe dikişînin tên berdan. Di vê mijarê de dadgehên herêmî berpirsyar in."