STENBOL - 3 jê rojnameger 11 kesên ku li Stenbolê qeyyûm şermezar kiribûn, di doza ku derbarê wan de hatibû vekirin de beraet kirin.
Di doza derbarê 3 jê rojnameger 11 kesên ku di 23'ê Tebaxa 2019'an de tayînkirina qeyûm a ser şaredariyên bajarê mezin a Amed, Mêrdîn û Wanê şermezar kiribûn de biryar hat dayîn. 2'emîn daneşîna dozê li 15'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Ji bersûcan Gamze Taşçi û parêzerê xwe tenê tevlî daneşînê bûn û bersûcên din tevlî nebûn. Piştî tespîtkirina nasnameyan Taşçi parastina xwe kir û daxwaza beraeta xwe kir. Parêzerên Taşçi jî beraeta muwekîlê xwe xwestin.
Piştî parastinê hyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û biryar da ku hemû bersûc cuda cuda beraet bikin.