AMED - Berdevkê DDKD'ê Abdulhey Okumuş, diyar kir ku di Yekîtiya Neteweya Kurd de bêyî bibin wek hev, pêwiste bibin yek û wiha got: "Heta nebin yek nikarin nirx û mafên yekîtiya xwe pêk bînin."
Niqaşên li ser Yekîtiya Neteyeya Kurd berdewam dikin. Têkildarî niqaş û rewşa Kurdan Berdevkê Komeleya Kurd a Demokrat û Şoreşger (DDKD) Abdulhey Okumuş, diyar kir ku komele di salên 1970'an de hat avakrin û dema komele hat avakirin nêzî 55 hezar endamên wê li Stenbol Îzmir û Stenbolê hebûn û 48 şaxên wê hebûn. Di darbeya eskerî ya 12'ê îlonê de hat girtin. Pişti komele hat girtin, endam û rêveberên komeleyê 32 sal şûnde dîsa li Amedê li hev kom bûn komele ji nû ve ava kirin. Vê carê têgeha "Çand" a di navê komeleyê de wekî 'Kurd" guhertin. Navê wê vê carê kirin Komeleya Demokrat û Şoreşger a Kurd guhertin û di sala 2012'an de ava kirin. Bi armanca çand, ziman, kevneşopiyên kurdan biparêze û pêş bixe hat avakirin. Komele niha di nava xebatên yekîtiyê de jî cihê xwe digire.
HETA YEKÎTÎ NEBE NABE
Berdevkê DDKD'ê Abdulhey Okumuş, diyar kir ku Yekîtiya Neteweya Kurd ji bo Kurdan êdî bûye pêwistiyek ferz û mecbûrî û wiha got: “Ji bo gelê Kurd mafê xwe yê kolektif bi dest bixin, divê berê siyasetmedarên Kurd bibin yek. Divê siyasetmedar li dora armancek hevpar kom bibin. Heta em li dora nirxên hevpar nebin yek em nikarin mafên xwe yên neteweyî biparêzin. Ger ku neteweya Kurd yekîtiya xwe ava bike, sala 2020'an dikare bibe 'Sala Kurdan' Geşedanên li Rojhilata Navîn pêş dikeve, ji bo yekîtiya neteweya Kurd firsendek e. Îro DYA, YE, Yekitiyen Ereban, Rûsya û gelek welaten din li ser Kurdan di axivin. Ger ku em yekitiya xwe ava bikin em dikarin vê sedsalê bikin sedsala Kurdan. Îro Kurd di rojeva hemû cîhanê de ne. Ji ber vê yekê divê siyasetmedarên Kurd jî li dora nirxên neteweya Kurd kom bibin û bi hevre nirxên neteweyi biparêzin.
'YEKÎTIYA LI BAKUR DÊ RÊYA YEKÎTIYA ÇAR PERÇEYÊN DIN VEKE'
Okumuş anî ziman ku yekîtiya li Bakur pêş bikeve dê bandorek erênî li ser perçeyên din veke û yekîtiya li Bakur dê rêya yekîtiya çar perçeyên din veke û wiha got:"Ev yekitî ne li dijî dewlet, sazî û rêxistinekê ye. Ev yekîtiya parastinên nirxên Kurd e. Divê tu kes vê yekê nekin mijarên siyasî. Partiyên siyasî yên Kurd heta niha çend caran kom bûn û ji bo yekîtiyê civîyan. Em bi hevî û bawer in. Kurdan di têkoşîna li dijî DAİŞ'ê de di qada cîhanê de navê xwe belav kir. Ji ber vê yekê hemû civakên cîhanê erênî li Kurdan dinerin. Armanca yekîtiya Bakur ewe ku li çar perçeyan bibin yek."
Okumuş, anî ziman ku Kurd li Rojhilata Navîn bûne hêza hevsengiyê. Di têkiliyên navneteweyî de tu carî li ser baweriyê gavan navêjin. Dewlet û hêzên navneteweyî her dem li gorî berjewendiyên li gorî xwe tev digerin. Didin u distînin. Ji ber vê yekê divê Kurd li ser têgehên neteweyî û navneteweyî baş rawestin û li gorî berjewendiyên neteweya Kurd tev bigerin. Em dixwazin îtîfaqek mayinde ava bikin. Wekî DDKD xeta me ya sor nirxên hevpar ê gelê Kurd in. Ji bîrdoziyan bigirin heta mezheban û beşên civakî, ji tarîkatan bigirin heta şêx û axayan hemû kes divê li gorî nirxên neteweya Kurd nêzîk bibin. Ji bo yekîtiyê divê tu kes hincet nîşan nede. Em yekîtiye mecbûrî û ferz dibînin."
MA / Mehmet Şah Oruç