AMED - Li semta Gazîler a navçeya Peyasê jina bi navê Melîke Demîrok, ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
Li navçeya semta Gazîler a navçeya Peyasa Amedê duh êvarê jina bi navê Melîke Demîrok ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin. Piştî bûyerê hevjînê Demîrok reviya û şopa xwe da windakirin. Li ser agahdarkirin cîranên Demîrok komên tendirustiyê hatin cihê bûyerê û diyar kirin ku Demîrok jiyana xwe ji dest dayê. Cenazeyê Demîrok ji bo otopsiyê rakirin Morga Tipa Edlî.
Derbarê kuştina Demîrok de lêpirsîn hat destpêkirin.