STENBOL - Girtiyên di Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa F a Kandirayê de, ragihandin ku gava wan dibin nexweşxane û dadgehê di hundurê hucreyên di rîngê de dibin.
Girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa F a Kandira ya Kocaeliyê de ne, bi rêya malbatên xwe nameyek şandin û bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê.
Girtiyan destnîşan kir ku destkeftiyên wan î ku bi bedêlên giran bi dest xistine bi awayekî kêfî tên qedexekirin û gotin, li dadgehan mafên wan ê parastinê û mafê wan ê tedawîkirinê tê astengkirin. Girtiyan, diyar kir ku gava wan dibin dadgehê an jî nexweşxaneyê wan di hundirê hucreyên di rîngê de dibin. Girtiyan, anî ziman ku gava girtiyên naxwazin bi rîngê biçin jî wan nabin nexweşxane û dadgehê.
BINPÊKIRINÊN MAFAN
Girtiyan, destnîşan kir ku rojnameya Yenî Yaşamê jî di nav de gelek weşanên rojane û mehanê bi awayekî kêfî nadin wan û bal kişandin ser van pirsgirêkên din ên li girtîgehê:
"* Tiştên bi postê li ser navê me tên, tên desteserkirin. Ji xwe li girtîgehê derfetên me yên ji bo ragihandin û pêwendiyê kêm e, lê bi ser de bi qanûnan ev mafên me tên xespkirin.
* Me radyo ji kantîna girtîgehê kirîbûn, lê belê gava avêtin ser hucreyên me dest danîn ser wan jî. Her meh lêgerînên rûtîn hene. Lê ji xeynî van lêgerînan bi awayekî kêfî davêjin ser hucreyên me. Di lêgerînan de dest datînin ser materyalên me. Xebatên me yên hunerî û wêjeyî, nîşeyên me tên desteserkirin.
* Piştî 15'ê Tîrmeha 2016'an de kursên wêneyan û kursên tembûrê hatin girtin, me gelek cara daxwaz kir lê belê hîn jî nehatine vekirin.
* Nahêlin hevalên me yên cezayê muebeta giran li wan hatiye birîn bi hev re tev li sohbetan, çalakiyên sporê û atolyeyan bibin.
* Hevalê me hikumxwar Barş Înan ku cezayê muebeta giran lê hatiye birîn, nêzî salekê ye tenê rojê saetekê deriyê hucreya wî tê vekirin. Di asasê xwe de diviya rojê 5-6 saetan vekirî bimana."
MA / Erdogan Alayûmat