MELETÎ - Gultan Kişanak û Sebahat Tûncel ku ji nû ve hatin darizandin, di danişîna ewil a doza jinûvedarizandinê de nehatin berdan. Dadgehê danişîn taloqî 9'ê Adara 2020'an kir.
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tûncel ku Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê cezayê li wan hatibû birîn xera kiribû û biryar girtibû ku ji nû ve bên darizandin, di danişîna ewil de nehatin berdan. Danişîna ewil a doza jinûvedarizandinê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Meletiyê pêk hat.
Piştî parastinan, dozgeriyê mutaala da û xwest danişîn bê taloqkirin.
Dadgehê jî heman biryar girt û danişîna dozê taloqî 9'ê Adara 2020'an kir.