ÊLIH – Ji bo doza Sevag Balikçi yê li eskeriyê ji aliyê ekserê bi navê Kivanç Agaoglû ve hat kuştin biryar hat dayîn. Dadgehê bi sûcdariya “kuştina biqestî ya muhtemel” 16 sal û 8 meh ceza da bersûc Agaoglû.
Li Êlihê di 24’ê Nîsana 2011’an de Sevag Balikçi yê ekseriya neçarî dikir, bi guleya bersûc Kivanç Agaoglû hatibû kuştin. Têkildarî bûyerê doz hatibû vekirin û doz gihîşt biryarê. Danişîna dozê ya li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê ku hat dîtin, parêzerên Balikçi û bersûc Agaoglû û parêzerên xwe beşdar bûn. Piştî parastina di danişînê de heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û ji sûcê “kuştina biqestî ya muhtemel” 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li bersûc Agaoglû birî. Piştî biryara cezakirinê Agaoglû hat girtin û ew şandin girtîgehê.