DERSIM - Xebatên lêgerîna xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ya 9 rojin agahî jê nayê girtin dewam dikin. Malbata Dokû ya bi Walî Tuncay Sonel re hevdîtin kir, da zanîn ku walî ji wan re gotiye ku ji bo bersûc Zaînal Abarakov neçe derveyî welat, dibin çavderiyê de digirin.
Xebatên lêgerîna xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ya 9 rojin agahî jê nayê girtin, dewam dikin. Li aliyê din, ji bo ku Dokû bê dîtin û aqûbeta wê bê aşkerekirin çalakî tên lidarxistin.
AŞKERE BÛ KU NE DI GOLA BENDAVÊ DEYE
Bi rojane li ser Gola Bendavê xebatên lêgerînê dewam dikin û ev xebat ji sedî 95 temam bûn. Dîsa ekîbeke taybet a Amûrê Tespîta Binê Avê ya ji dûrve (ROV) jî tevlî xebatên lêgerînê bûn. Lê ligel vê jî, tişteke aîdê Gulîstan Dokû di bendavê de nehat dîtin.
LÊGERÎN WÊ LI ÇOLTERAN DEWAM BIKE
Li gorî agahiyan, Walî Tuncay Sonel xwestiye ku xebatên lêgerînê li ser gola bendavê dewam bike. Ligel xebatên lêgerînê yên li ser gola bendavê, li çolteran jî, dest bi xebatên lêgerînê hatin kirin.
WALÎ: ABARAKOV DIBIN ÇAVDÊRIYÊ DEYE
Malbata Dokû li ser îdîayên Zaînal Abarakov ê derket holê ku herî dawî bi Gulîstan Doku re hevdîtin kiriye, reviyaye derveyî welat bi Walî Sonel û midûrê ewlekariyê re hevdîtin kir. Li gorî agahiyên malbatê, Walî Sonel ji wan re gotiye ji bo ku Zaînal Abarakov ne reve derveyî welat, dibin çavderiyê de digirin.