AMED - Danişîna doza Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de ji aliyê polîs ve hat kuştin dê sibê li Amedê bê dîtin.
Danişîna doza Kemal Kurkut ê di Newroza sala 2017'an de ji aliyê polîs ve hat kuştin, dê sibê li 7'emîn Dadgeha Cezayen Giran a Amedê bê dîtin. Polîsê ku Kurkut kuşt Y. Ş. ku bi sucdariya "Bi zanebûn kuşt" tê darizandin, hêj serbest tê darizandin. Di raporên der barê Kuştina Kurkut de bi nakokî ye. Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut di 21'ê Adara 2017'an de dema ji bo pîrozbahiya Newrozê hat Amedê û ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Der barê polîs Y.Ş. yê Kurkut kuştibû de biryara darizandina negirtî hatibû dayîn. Lê parêzera malbata Kurkut îtirazî vê biryarê kir. Parêzer Reyhan Yalçindag Kurkut di daxwaznameya îtirazê ya berpêşî Dadgeha Cezayê Giran a 7'emîn a Amedê kir de, ji bo girtina polîsê bi navê Y.Ş. 9 made rêz kirin. Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku polîsê bersûc ê bi navê Y.Ş., bi awayekî qesdî bi çekê Kemal Kurkutê ji bi pîrozbahiya Newrozê hatiye Amedê kuştiye. Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku nayê zanîn ka der barê bersûcan de lêpirsîneke îdarî hatiye destpêkirin an na? Piştî doz hat vekirin, Saziya Tiba Edlî (ATK) der barê kuştina Kûrkût de raorek amade kir û rapor gihaşt ber destê Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê. Rapora ATK'ê ya li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat amadekirin, beyana polîsê bersûc Y.Ş. ku gotibû "min berê çeka xwe dabû erdê û berda bû" piştrast dike, lê beyana wî ya ku dibêje min Kûrkût nekuştiye jî diderewîne. Di raporê de hat derpêşkirin ku guleya Kûrkût pê miriye, pêşî li erdê ketiye û paşê li Kûrkût ketiye." Di raporê de hat destnîşan kirin ku guleya li Kûrkût ketiye hinavên wî zêde texrîb kiriye û ji ber vê xwîn jê çûye. Di raporê de hat gotin ku lêkolîna balastîkî ay demnaçeyê nehatiye kirin. Di rapora ATK'ê de nakokî hene. Danişîna doza Kûrkût dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê pêk bê.
Polîsê kujer Y.Ş. yê di 21'ê Adarê de li qada Newrozê Kemal Kurkut kuşt, di danişîna ewil de serbest bi SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû. Polîs Y.Ş., piştî înfaza Kurkut tenê 3 mehan ji peywirê hat girtin, lê piştî 3 mehan dîsa vegeriya ser kar. Polîs Y.Ş. di îfadeyê de diyar kir ku 3 mehan ji kar hat dûrxistin dîsa vegeriya ye ser kar. Di dîmen û wêneyan de tê dîtin ku dema Y.Ş. ji nêzîk ve gule berdaye Kurkut û raste rast sînga Kurkut hedef girtiye û gule berdaye.