ŞIRNEX - Danişîna doza derbarê 16 kesên beşdarî bîranîna Komkujiya Roboskî ya sala 2015’an hat lidarxistin de vebû, hat dîtin. Danişîn taloqî meha Adarê hat kirin.
Di 28'ê Kanûna 2011'an de dema balafirên şer ên TSK'ê yên F-16 Roboskî bombebaran kirin û di bombebaranê de 19 jê zarok 34 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Di bîranîna Komkujiya Roboskî ya di sala 2015’an de, ji bo 16 kesên ji malbatên Roboskî yên pankart vekirin doz hatibû vekirin. 1’emîn Danişîna doza bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” a derbarê 16 kesan de hatibû vekirin, îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin. Cîhan Encû, Semîre Encu û Fadîle Tosûn beşdarî danişînê bûn. Parêzerên wan jî di salona danişînê de amede bûn.
Piştî danasîna nasnameyê, danişînê dest pê kir. Dadgehê ji bo ku Cîhan Encû, Semîre Encû û Fadîle Tosûn parastina xwe bikin mafê axaftinê da wan. Her sê kesan di parastinên kirin de, diyar kirin ku ji bo ku xizmên xwe yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn, bibîr bînin, beşdarî bîranînê bûne û herî dawî beraeta xwe daxwaz kirin.
Parêzerên wan jî, anîn ziman ku çalakiya bîranînê ne sûce û wiha parastin kirin: “Van ferdên malbatê xizmên xwe winda kirine. Ji bo ku xizmên xwe bibîr bînin tevlî çalakiya bîranînê bûne. Ev yek ne propaganda ye. Em beraeta muwekîlên xwe dixwazin.”
Şandeya dadgehê, piştî parastinan, biryar da ku îfadeyên Cahîde Encû û Sozdar Encu, di çarçoveya dosyeyê de bên girtin û kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin.
Dadgehê dûre danişîn taloqî 25’ê Adarê kir.