AMED - Cendirmeyan li Gundê Kerikê yê Navçeya Çinarê Îhsan Çîftçî yê 17 salî binçav kirin. Polîsan jî bi ser mala Endamê Meclîsa HDP’ê Mesut Bagcik de girt û Bagcik li malê binçav kirin.
Cendirmeyan di saetên serê sibê de bi ser gundê Gundê Kêrîkê yê Çinar a Amêdê de girt. Eskeran di serdegirtina mala Îbrahîm û Recep Çîftçî yên birayên hev de, Îhsan Çîftçî yê 17 salî binçav kir. Remezan Çiftçî yê 17 salî jî ji ber ku ne li malê bû nehat binçav kirin. Îbrahîm û Recep Çîftçî di 19’ê Kanûnê de bi îdîaya “endamê rêxistinê” , “alîkariya rêxistinê kirine” û “alavên teqemeniyê li cem xwe peydakirinê” hatibûn girtin. Di 8’ê Kanûna 2019’an de Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîneke dabû destpêkirin. Di encama wê de Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li gundên girêdayî Çinar, Rezan û Peyasê 24 kes binçavkiribûn. 12 rojan di binçavan de rastî îşkenceyê hatibûn. Ji 24 kesan 21 kes bi îdîaya “endamê rêxistinê” , “alîkariya rêxistinê kirine” û “alavên teqemeniyê li cem xwe peydakirinê” hatibûn girtin. 2 kes jî bi kontrola edlî serbest hatibûn berdan.
ENDAMÊ MECLÎSA HDP'Ê BINÇAV KIRIN
Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Endamê Meclîsa HDP'ê Mesut Bagcik ya li navçeya Rezan a Amedê de girt û Bagcik li malê binçav kirin. Endamên malbata Bagcik, diyar kirin ku dema polîsan bi ser mala wan de girt, deriyê malê şikandine û tiştên malê belav kirine. Bagcik li ser îxbarê hat binçavkirin.