ÊLIH - Piştî Hevşaredarê Bajaroka Awiskê ji peyvirê girtin û qeyûm tayînî şûna wan kir, niha jî beriya ku Serokomar û serokê AKP'ê Tayyip Erdogan beşdarî pêşengeha li Enqereyê bibe, dawetiye şandin ji hevşaredaran re.
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan dê di 15-16'ê Çile de li Enqereyê beşdarî 'Pêşengeh û Kongreya Şaredarî û Bajaran a bi Aqil" bibe. Beriya Erdogan beşdarî pêşengehê bibe, dawetiye ji Hevşaredarên Bajaroka Aweskê ya Navçeya Qubîn a Êlihê re şandin. Eskeran di 7'ê Kanûna 2019'an de bi ser avahiya Şaredariya Bajarokê Awîskê ya girêdayî navçeya Qûbîna Êlihê ve girtibûn. Eskeran şaredariyê dorpêç kiribûn û li avahiyê lêgerîn pêk anîbûn. Li ser daxwaza Wezareta Karê Navxweyî bi angaşta Hevşaredar Osman Karabulut ji “Endamtiya Rêxistinê” tê darizandin ji wezîfeyê hat dûrxistin û Qeymeqamê Navçeya Qûbînê Sînan Aşci wekî qeyûm tayînî şûna wî kiribûn. Piştî qeyûm tayînî şûna Hevşaredar Hatice Taş û Osman Karabulut kirin, vê carê ji bo pêşengeha ku Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan beşdar bibe dawetname şandin ji hevşaredar û endamên meclîsê re.
DAWETNAME ŞANDIBÛN JI HEVŞAREDARÊN CIZÎRÊ RE JÎ
Di 29'ê Cotmeha 2019'an de qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hatibû kirin û piştî tayînkirina qeyûm Meclîsa Şaredariyê hatibû fesixkirin. Lê ji bo pêşangeha ku dê di 15-16'ê Çileyê de pêk bê û wê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan tev lê bibe gazî endamên Meclîsa Şaredariyê kirin. Dawetnameyên îmzeya Wezîrê Haiwrdor û Bajarsaziyê Mûrat Kûrûm, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mûstafa Varank û Seroka Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê û Şaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahîn li bine, ji avahiya şaredariyê re hat şandin û hat xwestin wan bidin endamên Meclîsa Şaredariyê ya HDP'ê. Paşê dawetname ji endamên meclîsê re hatin şandin.