AMED - Saziya Tipa Edlî (ATK) bi raporên amade dike, israr dike ku Kemal Kurkut, ê bi guleya polîsan hat kuştin, bi guleya "Pekiya ye" hatiye kuştin. ATK'ê li ser daxwaza dadgehê ya ji nuve roporê amade bike, israr dike ku Kurkut bi guleya polîsan a "Pekiya ye" hatiye kuştin.
Di Newroza 21'ê Adara 2017'an de dema xwendekarê Zanîngeha Meletiyê Kemal Kurkut xwest biçe qada Newrozê û rastî êrîşa polîsan hat, bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dabû. Piştî dîhaberê wêneyê kêliya kuştina Kurkut yê nêvî tazî parve kir, derket holê ku piştî Kurkut xwestiye têkeve qada Newrozê û polîsan destûr nedaye û piştî niqaşê polisan ji piştve gule berdaye û jiyana xwe ji dest daye. Piştî ku wêne hatin parvekirin Walîyê Amedê Huseyin Aksoy, daxuyanî guhert û got: “Me nexwest encamek wisa pêk bê. Bûyerek xemgîn e. Mijar bi her alî tê lêpirsîn." Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî Kuştina Kurkut lêpirsîn da destpêkirin. Der barê 72 polisan de lêpirsîn da destpêkirin. Pişti lêpirsînê polis Y.Ş. û O.M. hatin binçavkirin. Serdozger O.M. serbest berda. Y.Ş. jî bi kontrola edli sewqî hekîmê Cezayê Sulh kir. Hekîmê Cezayê Sulhê jî Y. Ş. bi kontrola edlî serbest berda. Tevî rapora Saziya Tipa Edlî û Buroya Krîmînal a Navneteweyî Y.Ş. dîsa nehat girtin û serbest e û li ser kar e. Walîtiya Amedê, ji bo Kemal Kurkut got "Bombeya zindi ye" û xwestibû polîsan mafdar derxe.
Di doza Kurkut de di nava raporên ku dadgehê amade kiriye de tê gotin ku nakokî hene. Heyeta dadgehê bi hinceta nakokî hene û van nakokiyan roni bike ji Saziya Tipa Edlî dixwaze dîsa raporê amade bike. Saziya Tipa Edlî (ATK), jî wekî rapora berê dîsa israr dike ku Kurkut bi guleya "Pekîya ye" hatiye kuştin.
PIŞTÎ 7 MEH ŞÛNDE RAPOR AMADE KIRIN
Piştî sê mehan polîsê kujer ji kar dûr kirin carek din paş ve wî anîn ser karê wî. Tevî ku her car girtina wî hat xwestin jî lê ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Danişîna ewil a dozê di 14’ê kanûna 2017’an de hat dîtin. Parêzeran xwest 60 polîsên li cihê bûyerê bila wek şahid werin guhdarkirin lê her carê bêyî hêcet bê nîşandan ev daxwaz hat redkirin. Polîs Y.Ş. di danişînê de ida kir ku gule berdaye piyên Kemal Kurkut. Dadgehê rapora pispor a Saziya Tiba Edlî (ATK) xwest û rapor bi paralelî îfadeyên polîs Y.Ş. hat amadekirin. ATK’ê got “Kurkut bi guleya li zemîna hişk ket û pekiya jiyana xwe ji dest daye” û bi vî rengî polîs parast. Lê ji ber ku rapor ji qanih bûnê dûr bû dadgehê ji Buroya Krîmînal a Ulusal raporê xwest. Buroya Krîmînal dîmenên kamerayê yek bi yek lêkolîn kir û bi îfadeyên teqez got polîs Y.Ş. raste rast Kemal Kurkut kiriye hedef û gule berdayê û bi guleya Y.Ş. berdaye hatiye kuştin.
Rapora Buroya Krîmînal a Neteweyî jî ji bo girtina polîs dadgehê qanih nekir. Di danişîna herî dawî de jî daxwaza parêzeran a ji bo girtina polîs dîsa ji aliyê dadgehê ve hat redkirin û kontrola edlî ya li ser polîs jî hat rakirin.
Di danişîna doza kuştina Kurkut a li 7'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin de polîsê kujer Y. Ş. bi îdîaya "Bi gumana bi zanebûn mirov kuştiye" di 10'ê Hezîrana 2019'an de hat dîtin. Heyeta dadgehê diyar kir ku di nava raporan de nakokî heye. Heyetê xwest nakokiya nava raporê rast bikin û delîlên dosya dozê ji nûve bên nirxandin. Lê ATK îdîa dike ku gule pekiya ye û li Kurkut ketiye.