AMED - Li bakurê Kurdistanê piştî Pirtûka Kurdî, bi navê Bijarefix pirtûkfiroşeke din a dijîtal vebû. Rêveberê Bijarefixê Daryo, diyar kir ku xwesine bibin nasîner û belavkarê pirtûkên baş ên bi qebare
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, bi dehan weşanxaneyên ku pirtûkên kurdî çap dikin hene. Ev weşanxane pirtûkên ku çap dikin û bi rêya pirtûkfiroşan belav dikin û difiroşin. Ji ber pêşketina teknolojiyê, êdî pirtûkfiroşin dijîtal vedibin û li ser înternetê vî karî dikin. Li bakurê Kurdistanê cara yekemîn Pirtûka Kurdî di sala 2014’an de dest bi vî karî kir.
Piştî Pirtûka Kurdî, bi navê Bijarefix pirtûkfiroşeke din a dijîtal vebû. Bijarefixê roja destpêkê ya salê (2020) bi dûrişmeya “dabînkarê bijartîyên we” dest bi weşan û firotina pirtûkên kurdî ya li ser înternetê kir. Malper bi zimanê kurdî û tirkî xizmet dide. Malper ji bilî pirtûkên ku difiroşe, her wiha gotarên bijartî jî diweşîne. Herkesê ku bikeve malperê, heke bixwaze dikare xwe bigihîne van gotaran û li ser malperê wan bixwîne.
ROJA YEKEM A SALÊ VEBÛ
Rêveberê malpera Bijarefixê Darînê Daryo, têkildarî malperê ji Rojnameya Xwebûnê re axivî û agahî da. Daryo, diyar kir ku xwesine bibin nasîner û belavkarê pirtûkên baş ên bi qebare û wiha got: “Bi ya me li gelek pirtûkên ku mohra xwe li wêjeya kurdî xistine neheqî çêdibe û ev jî zirareka mezin dide nifşê nûhatî. Bo vê yekê me bi dirûşmeya “dabînkarê bijartîyên we” dest pê kir. Helbet li gor referans û xwendinên me ev bijarte dîyar bûne.”
Daryo, da zanîn ku fikra vekirina Bijarefixê di Sibata 2019’an de bi wan re çêbûye û ev tişt anî ziman: “Asoxî bi şêwirîna 40-50 kesan me biryar li ser navê Bijarefix da. Piştî ku kakila malperê hinekî kemilî, me dest bi pratîka wê kir. Di 22’ê Nîsanê 2019’an da fermîyeta me hat pejirandin. Piştî fermîyetê, di 7 mehan da karên teknîkî qedîyan û malper di roja yekem a 2020’an da vebû.”
HER BIJARTIN HEYE
Di dirêjiya axaftina xwe de Daryo, li ser navê malperê û berhemên ku bifiroşin jî agahî dan û wiha domand: “Bijarte ango neqandî di qadên cihê yên jîyanê da xwe dide der. Pêşî mirov ji xwe ra hevalan dibijêre. Paşê pîşeyekê, di her karî de hema bibêjê ev bijartin heye. Me jî li ser vê fikre, ji dewlemendiya kurdî sûd wergirt û navê Bijarefîx pejirand. Ji bo destpêkê em ê pirtûkên kurdî û yên derbarê kurdan da hatine nivîsîn bifiroşin. Lê bo dahatûyê helbet lîsteyeka me ya baş heye. Hinekî bi pêşîdîtîna xwe em dê wan jî bifiroşin.”
Daryo, bal kişand ser eleqeya ji bo Bijarefixê û axaftina xwe wiha bi dawî kir:”Eleqeyeka razber nîne. Lê li gorî daneyên li ber destên me rojê 250 - 300 kes li malpera me dinêrin. Heta hinek sîparîş jî çêbûne; ji Cizîr, Enqere, Kanada hwd. Lê hîn firotina me kêm e. Lewra em nû ne.”
Kesên ku bixwazin xwe bigihînî Bijarefixê û pirtûkan jê peyda bikin, dikarin li vê navnîşanê binerin: https://www.bijarefix.com/
MA / Qedrî Esen