* Şanoger Rûgeş Kirici diyar kir ku bişaftinek li ser çand, huner, ziman û jiyana kurdan heye û got: “Ev ne îro ye bi salane didome û tenê cureyên wê diguherin. Haya me ji vê tiştê heye. Lê divê em zûtirîn bendekê li pêş vê yekê dînin. Hunermend Elî Tekbaş jî anî ziman ku nivîskar, şanoger, sînemager û kesên bi çandê û cihekî din ve girêdayî divê berpirsiyariya xwe pêk bînin û xebateke mezin bikin.
* Saziya Tipa Edlî (ATK) bi raporên amade dike, israr dike ku Kemal Kurkut, ê bi guleya polîsan hat kuştin, bi guleya "Pekiya ye" hatiye kuştin. ATK'ê li ser daxwaza dadgehê ya ji nuve roporê amade bike, israr dike ku Kurkut bi guleya polîsan a "Pekiya ye" hatiye kuştin.
* Piştî êrîşên li ser gelê Kurd zêde bûn, nûnerên partiyên Kurd û gelê Kurd dîsa niqaşên li ser Yekîtiya Neteweya Kurd zêde kirin. Serokê Giştî yê KDP-T'ê Mehmet Emin Kardaş, diyar kir ku ew piştgiriyê didin xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd û ji xeynî nirxên yekîtiya Kurd xeta wan a sor tune ye. Kardaş, anî ziman ku xeta wan a sor al, ax, çand, dîrok û srûda wan e.
* Şaredariya Rezan a AKP'î li dijî zagon û rêbazê 14 îhale dan 14 şîrketan.
* Weşangeran di Pêşengeha Pirtûkan a Çukurova de ji ber qeyrana aborî tişta hevî dikirin nedîtin. Weşangeran anîn ziman ku ji ber guhertina saziya dowîzan di sektora weşangeriya pirtûkan de firotin kêm bûye û pirtûk pir kêm firotin.
* Piştî Hevşaredarê Bajaroka Awiskê ji peyvirê girtin û qeyûm tayînî şûna wan kir, niha jî beriya ku Serokomar û serokê AKP'ê Tayyip Erdogan beşdarî pêşengeha li Enqereyê bibe, dawetiye şandin ji hevşaredaran re.
* Li bakurê Kurdistanê piştî Pirtûka Kurdî, bi navê Bijarefix pirtûkfiroşeke din a dijîtal vebû. Rêveberê Bijarefixê Daryo, diyar kir ku xwesine bibin nasîner û belavkarê pirtûkên baş ên bi qebare.
* Tora Ziman û Çandan dê li Otela Demîr a navçeya Sûra Amedê nexşerêya xwe bi civînek çapemeniyê eşkere bike. (10.00)
* MED-DER û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle-Firatê dê bi wesîleya sersala nû şahî li dar bixe. (13.00)
* Danişîna yekemîn a doza cezayê dabûn Hevseroka DBP'ê ya berê Sabahat Tuncel û Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak ku hat xerakirin dê li Dadgeha Meletiyê bê dîtin.
* Danişîna yekemîn a doza 16 şêniyên Roboskî li Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê dê were dîtin. (10.00)