NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu vê varê Hunermend Kadîr Înanir ê çû listika şano ya ku Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş çîroka wê nivîsî bû, kir hedef.
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, li Navçeya Ilgaz a Kastamonu beşdarî vekirina Navenda Kaşkaşokê ya 2-Yurduntepe bû. Wezîr Soylu li vir axivî û Hunermend Kadîr Înanir û kesên din ên lîstika şano ya naveroka xwe ji pirtûka Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a "Devran" girtiye, kir hedef. Soylu, hunermend Kadîr Înanir û kesên din ên çûn şano kir hedef û got: “Tu ketiye kêmasiyê Kadîr Efendî. Selahattin Demirtaş şanoyekê dinivîse. Hin kes jî diçin temaşe dikin. Li çepikan dixin. Te kêmasî kiriye Kadir Efendî."