NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Artêşa Neteweyî ya Lîbya ya di Rêbertiya Xalife Hafter de, Balafirea Bê Mirov (ÎHA) ya Tirkiyeyê ku guleyên hawanê barkirî bû xist xwar.
Hêzên Artêşa Neteweyî ya Lîbya (LUO), ji Navenda Operasyonê ya El Karama daxuyanî da. Artêşa Lîbya ya di Rêbertiya Xalife Hafter de, diyar kir ku hêza wan Balafirea Bê Mirov (ÎHA) ya Tirkiyeyê ku guleyên hawanê barkirî bû xistiye xwarê. Artêşê di daxuyaniyê de wiha got: "ÎHA ya Tirk ku guleyên hawanê bar kiribûn hat xistin. Ev îhlala firandinê ye. ÎHA, ji aliyê 128'emîn Tabura Piyade ya parzemîna Şehit Abdullah el-Utayrî ve hatiye xistin."