AMED – Hêjmara çaremîn a rojnameya heftane ya bi Kurdî Xwebûn derket. Rojnameya bi zaravayê Kirmanckî û kurmancî yê Kurdî weşanê dike bi manşeta "Folklora me pişta me ye" derket.
Rojnameya heftane ya bi Kurdî Xwebûn bi hêjmara 4'emîn derket. Rojnameya Xwebûn ku di 21'ê Kanûna 2019'an de dest bi weşana hefteyî kir, bi zaravayê Kirmanckî û Kurmancî yê Kurdî derket. Rojname vê hefteyê bi manşeta “Foklora me pişta me ye” derket. Di vê hêjmarê de li ser qeyrana aborî û şer, têkiliyên Tirkiye, Rûsya, rewşa Jon Tirkan a îro, astengiyên li pêş Zimanê Kurdî yê bijarte, di sala nû de astengiyên di şerê sêyemîn ê cîhanê de derdikevin pêşberî Kurdan, rawestiya. Rojnameyê di vê hêjmarê de cih da roportaja Zimanzan Bahoz Baran, qunciknivîs Munevver Azîzoglu Bazan, Mehbûbe Seadetmend a ji Kurdên Xorosanê, Berfin Dicle, Remezan Tunç, Felemez Ulug, Sedat Ulugana û Şener Ozmen.