DERSIM - Di 3'emîn Kongreya Giştî ya Asayî ya DAD'ê de Hevserokên Giştî yên Nû bûn Mûsa Kûlû û Saîme Topçû.
Navenda Giştî ya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), 3'emîn Kongreya xwe Giştî ya Asayî li dar xist. Pîr û Dayikên Elewiyan, Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Zeynel Ozen, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl û gelek welatî tevlî kongreyê bûn. Di kongreyê de Parlamenter Ozen, Pîrê Ocaxa Şix Çoban Zeynel Kete, ji Şaxa ÎHD'ê ya Dersimê Gurbuz Solmaz û Dayik Menşûre Dogan axaftin kirin. Di axaftinan de qala zilm, polîtîkayên pişaftinê yên dewletê û neditîna Gulistan Dokû ya ku bi rojan e li bajar winda ye hate kirin.
Di lîjneya ku piştî axaftinan hat kirine de ji bo Hevserokatiya Giştî ya DAD'ê Mûsa Kûlû û Saîme Topçû hatin hilbijartin.