WAN - Komeleya Lêkolînên Koçê ya Serhatê, 1'emîn Kongreya xwe Asayî li dar xist.
Komeleya Lêkolînên Koçê ya Serhatê, li eywana Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê, 1'emîn Kongreya xwe Asayî li dar xist. Hevserokên HDP'ê yên Bajar Okkeş Kava û Oznûr Bartin, Parlamenterê HDP'ê yê Bajar Mûrat Sarisaç û nûnerên ÎHD, DÎSA-DER, TÛHAYDER, TJA'yê û gelek welatî tevlî kongreyê bûn. Di kongreya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de ji bo hevserokatiya komeleyê Hanîfe Guzel û Arîf Acar hatin hilbijartin.