SÊRT - Şaredariya Sêrtê, rapora dahat-lêçûnê ya 9 mehan bi bînaya şaredariye ve daliqand.
Şaredariya Sêrtê ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve tê birêvebirin, di çarçoveya prensîbên zelal ên şaredariyê de rapora dahat-lêçûnê ya 9 mehan i bînaya şaredariye ve daliqand. Di raporê de cih ji dahat-lêçûnên di navbera 11'ê Nîsan û 31'ê Kanûna 2019'an de hatiye veqetandin. Di nav van mehan de dahata şaredariyê 96 milyon û 345 hezar û 871 TL û lêçûnên wê jî 97 milyon û 404 hezar û 513 TL ye. Hevşaredar Berîvan Helen Işik û Peymandara Tûrhan jî daxuyandin ku ji niha şûn ve jî bi feraseta şaredariya zelal dê agahiyên dahat û lêçûnên xwe ji gel re parve bikin.