MÊRDÎN - Hat tespîtkirin ku Abdûlkadîr K. ê ku jina bi navê Î.Y. (23) ku li navçeya Qoserê dijî, derbarê wî de ji ber "êrîşa zayendî" serlêdana sûc kiribû, reviyaye derveyî welat.
Jina bi navê Î.Y. (23) ku li navçeya Qoserê dijî, ji ber ku ji sala 2017'an ve li hemberî wê êrîşla zayendî pêk anîbû û tundî lê kiribû, derbarê Abdûlkadîr K. de serlêdana sûc kiribû. Derket holê Abdûlkadîr K. ê ku Î.Y. derbarê wî de serlêdana sûc kiribû, reviyaye derveyî welat. Hat hînbûn ku bersûc Abdûlkadîr K. destpêkê çûye Qibris û ji vir jî çûye Ûkraynayê.
Î.Y di serlêdana xwe ya sûc de diyar kiribû ku ji ber tundiya ku ji aliyê Abdûlkadîr K. ve lê hatiye kirin, sebiyê wê ji ber çûye û ji ber gefxwarinê derbarê ferdên malbata Abdûlkadîr K. de jî serlêdana sûc kiribû. Î.Y piştî serlêdana xwe ya sûc, serî li Platforma Şahmaran a Jinan û Komîsyona Mafê Jinan û Zarokan a Baroya Mêrdînê jî dabû û piştgiriya hiqûqî û derûnî ji wan xwestibû.
Hat hînbûn ku derbarê Abdûlkadîr K. de ji ber sûcariyên "leyîstandin bahîsê û nelirêtiyê" jî lêpirsîn hatine destpêkirin û ji aliyê dadgehê ve ji ber sûcdariya "nelirêtiyê" derbarê Abdûlkadîr K. de biryara "bi darê zorê anîna dadgehê" hatiye derxistin.