AMED - Ji 12 kesên ku di serdegirtinên li navenda Licê û gundên wê hatibûn binçavkirin, 8 jê hatin girtin.
Beriya 3 rojan, li gund û navenda navçeya Licê ya Amedê, leşker û polisan bi ser malan de girtibûn û 12 kesan binçav kiribûn. Piştî bidawîbûna îfadeyên wan ên li emniyetê her 12 kes jî sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên xwe yên li dozgeriyê sewqî Dadgeriya Cezaya Silhê hatin kirin. Ji her 12'an 8 jê bi angaşta "endamtî û piştgiriya rêxistinê" hatin girtin û 4 jê jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.