DÎLOK - Derket holê ku mamosteyê mozaîqê yê navenda hunerê ya girêdayî Şaredariya Dîlokê Yûsûf Gokhan Emîr 14 zarokên keç îstîsmar kiriye. Di doza ku dihat darizandin de dadgehê 136 sal ceza Emîr, lê bi hinceta 'rewşa baş' a dema darizandinê cezayê Emîr daxist 104 salan.
Li Dîlokê, derket holê ku Mamosteyê Mozaîqê Yûsûf Gokhan Emîr ê li Navenda Hunerê ya Halîl Karadûman a girêdayî Şaredariya Bajara Mezin Dîlokê ku di bin sîwana Qursên Perwerdeya Pîşeyî û Hûnerî de xebatan dimeşîne peywridar e, 14 zarokên keç ên ku qurs daye wan îstîsmar kiriye. Ji xwendekaran yek jê serboriya xwe ji mamosteyê xwe yê polê re vegot, Piştî vê yekê, bi xebata hêzên ewlehiyê derket holê ku Emîr, zarokên keç ên bi navê A.Y, A.S, Y.A, E.K, O.A, H.Ç, G.T, H.Ç, S.B, Y.Ç, H.P, B.Î, T.A û C.C ên 13 salî jî îstîsmar kiriye.
HAT GIRTIN
Di çarçoveya lêpoirsîna ku li ser îfadedayîna zarokan hatibû destpêkirin de Emîr di 6'ê Nîsana 2019'an de hatibû girtin. Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê, li Navenda Şopandina Zarokan raporên zarokan wan hatibûn girtin. Li gorî vê raporê derbarê Emîr de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ve bi sûcê "îstîsmarkirina zarokan û destavêtinê" angaştname hat amadekirin. Di darizandina ku bi qebûlkirina angaştnameyê ya 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Dîlokê re dest pê kir de, biryara derbarê Emîr de di 3'emîn daneşîna ku di 13'ê Kanûna 2019'an de hat dîtin de hat dayîn.
Di daneşînê heyeta dadgehê, bi tespîta ku heman sûcî gelek caran pêk aniye 14 caran 9 sal û 14 meh û 15 roj bi giştî 136 sal ceza li Emîr birî. Lê bi hinceta 'rewşa baş' a dema darizandinê heyeta dadgehê 14 caran cezayê Emîr daxist 7 sal Û 9 meh û 22 rojan û bi giştî cezayê Emîr daket 104 salan.
MA / Mûhammed Abdûlkadîr Esen