AMED - Endamên meclisa ŞBMA'ê Şahîn Saglam û Ridvan Ezer ên HDP'î hatin binçavkirin.
Polisan, duh êvarê li Amedê bi ser mala endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBMA) Şahîn Saglam û Ridvan Ezer ên HDP'î girt. Polisan, di serdegirtinê de Şahîn Saglam û Ridvan Ezer û hevjîna wî ya ku navê wê nehat hînkirin, binçav kir. Hat hînbûn ku polisan piştî ku wan biriye Miduriyeta Polisan a Amedê, hevjîna Ezer berdaye.
Endamên meclisê ku sedema binçavkirina wan nayê zanîn, li Miduriyeta Polisan a Amedê tên girtin.