MELETÎ - Cezayên li Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel û Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanakê hatibûn birîn hatibûn xerakirin. Piştî vê biryar hatibû girtin ku ji nû ve bên darizandin. Danişîna darizandina ji nû ve wê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Meletiyê pêk bê.
Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê, cezayên li Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel û Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanakê hatibûn birîn xera kiribû. Piştî vê biryar hatibû girtin ku ji nû ve bên darizandin. Danişîna darizandina ji nû ve wê sibê Li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Meletiyê pêk bê.
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak di Cotmeha 2016'an de hatibû girtin û Hevseroka Giştî ya Partiya herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tûncel jî di Mijdara 2016'an de hatibû girtin. Piştî hatibûn girtin Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Meletiyê di 1'ê Sibata 2019'an de 14 sal û 3 meh ceza li Kişanakê û 15 sal ceza jî li Tûncelê birîbû. Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" ceza li Tûncel û Kişanakê birîbûn.
Piştî ceza hat birîn parêzeran dosye ji Daîreya 18'an a Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê re şandibûn û dadgeha îstinafê jî di 19'ê Tîrmeha 2019'an de cezayê hatibû birîn xera kiribû û xwestibû ji nû ve bên darizandin.
Danişîna darizandina ji nû ve wê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Meletiyê pêk bê.