ŞIRNEX - Saada Darwîch, gava ji Dêrik a Rojavayê derbasî Tirkiyeyê dibû, li ber çavên du zarokên wê û bavê wê hatibû kuştin. Di ser kuştina Darwîch re 6 sal derbas bûn, lê belê dosyeyê wî hîn jî wek xwe yî berê ye.
Saada Darwîch a 30 salî, di 18'ê Gulana 2014'an de gava xwest ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê derbasî navçeya Cizîr a Şirnexê bibe, eskerên Qereqola Ûgûrkoyê ew gulebaran kiribûn û li ber çavê du zarokên wê û bavê wê ew kuştibûn. Di ser kuştina Darwîch re 6 sal derbas bûne, lê belê hê jî dosyeya wî wek xwe yî berê ye.
4 TL CEZAYÊ LÊ BIRÎN
Piştî kuştina Darwîchê, Dozgeriya Eskerî ya Şirnexê lêpirsînek da destpêkirin û tespît kir ku ê çek berdaye Çawîşê Pispor Ş.B. ye. Dozgeriya Eskerî, di Nîsana 2015'an de derbarê Ş.B. de biryara "neşopandinê" dabû û diyar kiribû ku ne mimkin e ku bi tawanbariya "kuştina biqisûr" bê tawanbarkirin. Lê belê ji ber ku Ş.B. 2 fîşekên dewletê bi kar aniye û dewlet xisirandiye, tenê 4 TL ceza lê hatibû birîn.
Piştî vê parêzerên Darwîchê, ji bo biryara "neşopandinê" li Dozgeriya Eskerî ya Wanê îtiraz kiribûn. Dozgeriya Eskerî îtiraz qebûl kiribû û ji bo lêpirsîn ji nû ve bê destpêkirin, di sala 2017'an de dosye dewrî Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê kiribû. Lê belê 3 sal in hîn jî dosye wekî xwe yê berê ye.
Parêzerê dosyeyê Sertaç Ozkan, anî ziman ku ji bo dosye ji nû ve bê lêkolînkirin divê otopsiya cenazeyê Darwîchê ji nû ve bê kirin û got, lê belê ji bo niha ev ne mimkin e. Ozkan, got: "Em ê li gor biryara bê girtin nexşerêya xwe diyar bikin. DMME jî di nav de em ê serî li rêyên hiqûqî hemûyan bidin. 6 sal in dosye wek xwe ye. Ev ne tiştekî asayî ye".
MA/ Mujdat Can