STENBOL - Meclîsa Gelan û Baweriyan a HDK'ê nerazîbûn nîşanî girtina Keşîşê Sûryanî Sefer Belîcan da û got: "Hewl didin bi van girtin û binçavkirinan Suryaniyan bêdeng bikn û herêmê vale bikin."
Meclîsa Gelan û Baweriyan a Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) derbarê girtina Keşîşê Dêra Mor Yakûp Sefer Belîcan (Aho) ê li gel 10 kesên li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatin binçavkirin û girtin de daxuyanî da.
HDK’ê di daxuyaniya da de wiha got: "Darezandina Keşe Aho ya darezandinê diyare ku ji mêj ve ye li ber destê darazê bû. Ev oparasyon ji bo tirsandin û helandina kesên Suryanî yên dixwazin vegerin ser axa xwe dîsa dixwazin li warê xwe bijîn e. Bila baş bê zanîn ku ev yek polîtîkayên valakirina mirovan a ji herêmê ye.
Li Êlihê lêdana li welatiyên Êzidî yên ji bo vegerin warê xwe, neçarkirina sirgûnî derveyî welat û girtina keşeyê Suryanî, pirsgirêka hişmendiya yekparêziyê ye. Em Meclîsa Bagerî û Gelan a HDK’ê daxwaz dikin ku demildest Keşe Aho bê berdan. Yekbûna gelan sira aştiyê ye.