DERSIM - Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê, xwestin ji bo Gulîstan Doku ya agahî jê nayê girtin çalakiyê li dar bixin, lê polîsan mudaxileyî xwendekaran kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê, xwestin ji bo Gulîstan Dokû ya ev heftiyeke agahî jê nayê girtin, li Qada Seyît Riza ya Dersimê daxuyanî bidin. Xwendekarên ku çalakiya rûniştinê li dar xistin, dirûşmeyên “Neraze Dersim xwedî Gulîstan derkeve”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bêdeng nemîne her ku tu bêdeng bimînî wê dor were te jî” û “Em hemû Gulîstan in” berz kirin. Xwendekaran piştî çalakiya rûniştinê, dest bi meşê kirin. Polîsên ku ablûkeyek zêde girtibûn, bi gaza îsotê mudaxileyî xwendekaran kirin.