ENQERE - Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, bal kişand ser rewşa tendirustiya girtiyê nexweş ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolû Ramazan Kiran û got: “Tekane daxwaza girtiyê nexweş Kiran ewe ku berî bimire dayika xwe bibîne.”
Înisîyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 279'emîn de, li ber Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê çalakî li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ramazan Kiran ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolû tê girtin. Endama Lijneya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, daxuyanî da û wiha axivî: “Dayika girtiyê nexweş Kiran li Edenê dijî û ji sedî 98 astengdare û di nava cihan deye. Dayika Kiran ji ber vê nikare biçe girtîgeha Bolû û kurê xwe ziyaret bike.”
Çevîrmen, diyar kir ku tekane daxwaza girtiyê nexweş Kiran ewe ku berî bimire dayika xwe bibîne û wiha bilêv kir: “Kiran gelek caran ji bo ku sewqî girtîgeheke nêzî malbata xwe bê kirin, serî li Wezarea Dadê da. Lê bi tu awayî bersiveke erênî ji bo Kiran nehat dayîn.”
Çevîrmen, da zanîn ku gelek nexweşiyên Kiran hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Demildest divê tedawiya Kiran bê kirin. Lazime mexdûriyeta Kiran a ku nikare malbata xwe bibîne ji holê bê rakirin. Ji bo ku girtiyên nexweş karibin bi awayekê rehet malbatên xwe bibin divê derfet ji bo wan bên avakirin. Ji ber vê em dixwazin demildest Kiran sewqî girtîgeheke nêzî malbata wî bê kirin.”